Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e

Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e

.

A+A-

Li ser pirsa "Li gor we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê çi ye?" ji sedî 34,6 kesan gotine "Pirsa Kurd". 

Li gor lêkolînekê, li ser pirsa "Gelo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê çi ye?" piraniya kesên bersiva vê pirsê dane, diyar kirin ku pirsgirêka herî mezin pirsa Kurd e û divê vegerin pêvajoya çareseriyê.

Navenda Lêkolînan a Sosyo Polîtîk "Rapora Rojeva Siyasî ya Gelemperiya Tirkiyê" belav kir.

Lêkolîn li 17 bajarên weke Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Mugla, Samsun, Qeyserî, Mêrsîn, Diyarbekir, Dîlok, Êlih, Riha, Mêrdîn, Wan, Çewlik, Şirnex û Mûşê, di rojên 3-13ê Kanûna 2020an de bi beşdariya 896 kesan hat pêkanîn.

Li ser pirsa "Li gor we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê çi ye?" ji sedî 34,6 kesan gotine "Pirsa Kurd", ji sedî 30,8 gotine qeyrana aborî û bêkarî, ji sedî 15,4 jî gotine sîtema hikûmeta serokomarî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin