• Diyarbakır -3 °C
  • Batman -3 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 8 °C
  • Ağrı -1 °C

Kurd/Tirk, Kurdî-Tirkî û mirovatî!

Şeyhmus Ozzengîn

Dema ku Kurdî, kurdayetî wek mijarek sereke dardikeve ber çepên tirkan, demokratên tirkan, nivîskar û hunermendên tirkan, siyasetmedar, oldarên tirkan, akademisyenên tirkan,  ji netewetîya kurdan hêrs dibin, nefretê dikin, dibin „înternasyonal" û „mirovatîyek" bêreng diparêzin. Lê vê bi tirkî, bi xweferzkirin a zimanê Tirkî (serdest), bi hezkirina dewleta Tirkan (dagirker) û serdestîya tirkan vê „înternasyonalî"ya xwe raserî kurdan dikin û dibêjin:

  „Türk/Kürt/Türkçe/Kürtçe bunları tartışmayı çoktan geçtik. İnsanız ya hu!

 (Me munaqeşa Tirk/Kurd, Tirkî/Kurdî bipaş de hişt. Em Însanın ya ho!)"

Gelo çawa ev munaqeşa "Kurd/Tirk-Kurdî/Tirkî derbas kirine ?

Ev tiştekî aqila ye?

An di virde armancek din heye? Emê binêrin:

Tirk li Kurdistan dagirkerin, zalimin, zimanê wan zimanekî serdeste. Zimanê jenosîdê ye. qesdarên çand û zimanê Kurdî ne. Ev 90 sale, ronakbîrên tirkan, hunermendên tirkan, rojnamegerên tirkan, sîyasetmedar, akademî û akademisyenên tirkan, mamoste û karmendên tirkan, roman û helbestnivîsên tirkan, muzîsyenên tirkan; bi hêza dewleta xwe re êrîşî ser Kurd û Kurdistan kirîne û dikin. Her kes bi berhemên xwe, bi çekên xwe û bi „zanistî" ya xwe êrîş anîne ser netewa Kurd û Kurdistan, ser çand û zimanê Kurdî, muzîk û hunerê kurdan. Bûne karmendên jenosîda ser çand û zimanê Kurdî. Kilit li Zimanê Kurdî, berhemên Kurdî xistine û xweferzkirina tirkî parastine.

Ji kurdan re, ji zarokên kurdan re zimanê kurdî qedexe kirine, ji perwerwerdeya zimanê Kurdî Kurd bêpar hiştine, bi zimanê kurdî xwendin, zanistî, karên akademî ji holê rakirine û pêşîya zîndebûna zimanê Kurdî girtine. Kurd mecbûrî Tirkî kirine û bi navê çepitî-rewşenbirîyê, demokrtbûnê ev li ser me ferz kirine.

"Me munaqeşa Tirk/Kurd, Tirkî/Kurdî bipaş de hişt. Em Însanın ya ho"(!)

Lê ew azad, zimanê wan (Tirkî) serbest, bûye zimanê perwerdê, zimanê zanistîyê, bûye zimanê wêjeya lîteratorê û Kurd, zarokên kurdan mecbûr kirine ku bi vî zimanî Tirkî bigîhêjin zanistîyê. Ev xweferzkirina biqirêj û ji mirovatîyê dûr bi navê zanistîyê hatîye parastin û têt parastin. 

Ma ev xweferzkirin, ne zilma tirkan li ser kurdan e?

 Ev ne pejirandin a jenosîda zimanê Kurdî bi destê tirkan e?

Çawa wê Kurd û Tirk di yek kategorîyê de bibin yek û zimanê Tirkî/Kurdî li paş xwe bihêlin?

Gelo wê tirk bibin Kurd an Kurd bibin Tirk?

Yan jî wê herdû netew dev ji netewîtîya xwe berdin û bibin Elman, İngîlîz, an jî Fransiz?

 Dema ku daxwazên kurdan derdikevin pêşberî wan û bahsa ziman, çand û kurdperwerîya kurdan dibe, dibêjin, „em însanin yaho"(!) Qategorîyek din derdixin pêşî kurdan ku Kurd nebêjin, ê me em kurdin!

Di naveroka „însan"bûna wan de înkar kirin û redkirina kurdan, xweferzkirina tirk î tirkayetîyê, bêqîmetkirina ziman û çanda Kurdî heye!

Ev jî bi van peyvan derdikevin pêşberî me:

„Ha Kurd, ha Tirk çi ferq dike, em hemû birane, misilmanın, zimanê me tirkî ye, hun çima nijadperestîyê dikin?

Cûdatîyê dixin navbera me?"

Di vê helwestê de bi zanistî, dijminatîyek nijadperestî û xweferzkirinek nemirovatî heye.

"Qîmetê nede çanda xwe, zimanê xwe, netew û welatê xwe. Van hêjayên xwe jibîr bike û bibe însan, yanî bibe Tirk, di nav me de bihile"(!)

Ya Tirk ne însanin û Kurd însan in, an jî Kurd ne însan in û Tirk însan in?

Ji ber ku yên doza jiholê rakirina netewekî danîne ber xwe û dagirkerîya xwe, asîmîlasyona xwe ferz dikin li ser netewê ku di bin vê bandora zilma wan de ye, nabin yek. Dema ku kûjer û  kujtî têkevin yek qategorîyê û di virde yekitîya wan bêt parastin seqetîyek mezin derdikeve ber me.

 

Kurd û Tirk ji hev cûda ne wek agir û avê! Kar û karesatên wan ji hev cûda ne. Parastina yekitîya kurdan û tirkan, parastina tirkbûna kurdan bi xwe ye. Parastina ji hole rakirina kurdan bi xwe ye. Ev 90 sal e dewleta tirkan ev karesat daye ber xwe û rewşenbîr, çepên tirkan, demokratên tirkan, van kirinên dewleta xwe a li ser Kurd û Kurdistan  diparêzin. Li ser vê mijarê bi milîyonan pirtûk nivîsîne. Bi hezaran têzên akademîk hene. Di vî warî de bi sedan program, biryar û yasa/qanûn derxistine(!)

Li henber înkar kirin û jenosîda ser çand û zimanê Kurdî, çend ronakbîr, zana, romannivîs û pîsporên tirkan hînî Kurdî bûn û bi Kurdî nivîsandin?

Ma ev ne piçûkkirina çand û zimanê kurdîye?

Ma ev ne ne xweferzkirinek nemirovîye li ser kurd û Kurdistan?

Çima vê ji kurdan dixwazin?

Zalim û mazlum ne yekin. Ji ber ku yek kêra gîyotînê ye û yek stûyê ber gîyotînê ye!. Dema ku her kêr ji bona serjêkirinê bêt bikar anîn, ew çekek xerab û dev bi xwîn e. Nabe bi rebenê bin gîyotînê re bibe yek. Mesela tirk û kurdan eve û heta Kurd nebin xwedî dewlet û zimanê xwe ji zilma tirkan û bandora Tirkî rizgar nekin, ev munaqeşe jî lipaş namînine wê her hebe.

Nîjadperestî ewe ku bi zanistî hun, înkarkirina hebûna netewekî, piçûkkirina netewekî, ji hole rakirina netewekî bi program, bi hêza dewletê re bikin karesat ji xwe re. Ev niha ji tirkan re kar e. Ecêba mezin ewe ku  çepên tirkan, rewşenbîrên tirkan, demokratên tirkan vî karî  li ser navê „zanistî„ û „demokrat"bûnê dikin(!)

 

Dibêjin, „Aynı gökyüzü altında yaşayan insanlarız. Sen/ben yok, biz varız..." (Em mirovên ku di bin yek quba ezmên de dijîn. Ez, tu tine ye, em hene) (!)

Seqetîya duyem jî eve ku eyba mirovatîyê bi xwe ye.

Parastina asîmilekirina netewekî û ji holê rakirin a netewekî bi wateya „dev ji xwe berde û bibe wek min û em bibin yek, wê dawî li nakokîyan were"(!),

Ma ev ne parastina ji holê rakirina kurdan bi xwe ye?

Kurd tên înkar kirin, Kurd tên kujtin, Kurd tên talan kirin, Kurd tên qirkirin, jenosîdek dijmirovatî li ser Kurda ye û qîre qîra Kurdan e(!)

Lê Tirk; di dibistanên xwe de, di zanîngehên xwe de, li ser kar û barên xwe dilgeş dijîn. Bi darê zorê kurdan mecbûrî zimanê xwe dikin. Xwe li ser kurdan ferz dikin. Dewlet a tirkan e û ew bi van nîmetên ku dewlet pêşkêşî wan dike perwerde dibin û serfirazin. Quba tirkan sore, rengîne, „gula" dibarîne ser tirkan(!)..

Lê quba kurdan jarên kimyewî, asîmîlasyonê, hêsrên dayîka, qêrîna zarokan, zilma zordaran dibarîne. Kurd, kurd  in û Tirk jî tirk in. Kurd û Tirk nabin  yek. Ti caran zalim bi mazlûman re, mazlûm jî bi zaliman re nebûne yek..

Çima tirk yekbûna bi Elman, Ereb, Faris û Rusan re naparêzin, vê li ser kurdan ferz dikin?

Ku bibin yek, an jî yekitî ya vê bêt parastin, seqetîyek mezin e û xizmetê ji zaliman re dike. Zilm û zordarîya zaliman meşrû dike. Bila kes xeyalan nebîne! Her dîwarekî kurdan ku kevirek jê bikeve, kêfa tirkan tîne(!)

Bi zimanê qure, bi rûçkê bi qirêj û bi livên bixwîn, ev hestên seqet dom dikin:

 „irdeleyeceğiz tabii ki ama böyle şeyleri değil..-qezda, li henber asîmîlasyonê, parastina çand û zimanê Kurdî dike-. Bunlar boş şeyler." (emê li ser bisekinin, mixabinn ne van tiştan. Ev tiştên bê wate ne)

Tiştên ku ji rewşenbîr û çepên tirkan re ne hêjayî munaqeşê, analîzê ne, ji kurdan re tiştên hebûn û nebûnê ne. Ji ber ku Tirk naxwazin li ser ziman û çanda Kurdî zîndeyî çêbibe. Wê ev bibe zîndebûna netewîtîya Kurdan. Zîndebûna netewetîya kurdan, daxwaza dewletbûna Kurdan bi xwe ye. Tirk, rewşenbîr û zanayên tirkan, çepên tirkan ji vê ditirsin. Dewleta tirkan ji vê ditirse. Ji ber wê dibêjin "ez tu tine, em hene"(!)

Ez jî dibêjim "em" tine, ez he me. Kurd heye, Tirk heye. Du netewên bi her tiştên xwe ji hev cûda hene.

Dema ku em bahsa Kurd û Kurdistan, zimanê Kurdî dikin; çepên tirkan, rewşenbîrên tirkan, akademisyenên tirkan, demokratên tirkan dibin mirovên "ewrensel " û ji "netewetîya xwe dûr"(!), dibin enternasyonal(!) Pir pak û pir paqij xwe bi kurdan didin nasîn. Bê ku dîroka 90 salî bînin bîra xwe dibin "mirov", ne aîdî netewîwekî!

Ji bîr nekin, Kurd netewek qedîm e. Rizgarîya kurdan bi hest û ramanên netewî geş dibe. serxwebûna Kurdistan di vir de ye. Tirk jî vê baş dizanin û ji vê ditirsin..Dema Tirk, bi tirkî dibêjin;

„ben/sen yok, biz vaırız"(!)

Tirk dibêjin; "Kurd dev ji kurdîtîya xwe, Kurdistana xwe berdin, werin bibin Tirk! Ev bi hest û ramanan xweferzkirinek bêahlaqî ye. Ma ji vê zalimîtir tiştek heye.? Tirk li ser navê zanistê, înternasyonalê, ji kurdan re rîya tirkbûnê ferzdikin û ew kurdên ahmeq jî ji wan nivîskar, çepan, demokratan re li çepikan dixin.  

 „ayrımcılık yapan insanları irdeleyeceğiz." (yên ku cûdatîyê biparêzin, emê liser wan bisekinin"(!)

Yên ku zalim bin û dozdarê domkirina zalimtîyê bin, her parastine ku "kesên li henber zilmê sere xwe rakirine ew "cûdakar" in"(!) Lê di eslê xwe de ew zalimin û zilimkarin. Yên din şerê rizgarîya xwe ji bin zulma wan diparêzin. Azadîya xwe diparêzin.

Azadîya kurdan ne di tirkbûnê deye, di Kurd î Kurdayetîyê deye. Li ser navê zanistîyê meşandina zilmê, ne tenê zalimî ye. Hovîtî û barbarî ye jî. Bêahlaqî ye jî.

Parastina çand, azadî û rizgarîya netewa Kurd karekî li henber zordaran, jenosîdkaran, dagirkeran, karekî mirovatîyê ye. Her milet bi çand û zimanê xwe li ser axa xwe xwedî mafê jîyanek azad in.

Yên ku li henber vê, bi navê "mirovatî" û "zanistî"yê derkevin, zir cahilin û mertalê karesatên dijminên kurdan bi xwe ne. Pergalê kar û barên dewleta xwe ne.

Mejîyê serdestan, zordaran piçûke. Ji serkevtinên bindestan tirsîyane û her metodên zordarîyê ji xwe re kirine kar.

30.04.2017

Bu yazı toplam 837 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar