Kurdek endamê Dadgeha Bilind a Îdarî ya Swêdê ye

Kurdek endamê Dadgeha Bilind a Îdarî ya Swêdê ye

Mehmûd Baran xelkê Konyayê ye û di Dadgeha Îdarî ya Bilind a Swêdê de dadwer e.

A+A-

Navenda Nûçeyan -  Li hemû Swêdê tenê 16 dadwer hene ku bi rêya hilbijartinan bûne dadwer, yek ji wan dadweran, Kurdek bi navê Mehmûd Baran e ku li Dadgeha Îdarî ya Bilind a Swêdê kar dike.

Mehmûd Baran xelkê Konyayê ye û di Dadgeha Îdarî ya Bilind a Swêdê de dadwer e.

Dadwer Mehmûd Baran, ji sala 2014ê ve wek endamê Civata Bilind a Dadwerîya Swêdê hatîye hilbijartin. Ew yek di demekê de ye, ku li tevahîya Swêdê 16 dadwerê

Dadwer Mehmûd Baran ji Rûdawê re ragihand: “Li Swêdê du brançên Dadgeha Bilind hene, yek ji bo karên îdarî û ya din jî ji bo karên criminal û medenî. Lê ya îdarî, ya herî bilind e.”

Bi gotina wî dadwerê Kurd, ew li wan doz û dosyeyan temaşe dikin, ku problema wan a prensîpî hebe.

Hemû biryarên salekê yên Mehmûd û hevkarên wî di pirtûkekê de tên weşandin, daku parêzer û şêwirmendên yasayî weke çavkanî sûdê ji wan biryaran werbigirin.

Mehmûd Baran dibêje, ji bo pirsên giring her 16 dadwerên bilind dicivin û biryarê didin.

Ew behsa xwe dike û dibêje, wî pêştir tenê karê parêzerîtîyê kiribû û ti ezmûneke wî ya dadwerîyê tinebûye.

Ew welatîyê Kurd ku niha li Swêdê di pêgeheke bilind de xizmetê dik, malbata wî berîya zêdetir ji 200 salan ji Bakurê Kurdistanê ve koçberî Anadoluyê bûye. Dema ku temenê wî 19 sal bûye, di sala 1978an de tevî malbata xwe ber bi Ewropayê koç dikin û li Swêdê akincî dibin.

Li Swêdê gelek Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û di gelek warên jîyanê de û herwiha di sazîyên dewletê de roleke wan a berçav heye.

Rudaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin