Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê

Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê

.

A+A-

Parlamenterê Kurd ê Cihû, Mickey Levy ku ji aliyê hevpeymaniya dijî Netanyahu ve dihat piştgirîkirin, îro weke serokê nû yê Parlamentoya Îsraîlê naskirî Knesset hat hilbijartin.

Îro parlamentoya Îsraîlê ji bo dengdana li ser dana baweriyê bi hikûmeta nû ya wî welatî ya bi serokatiya Neftali Bennett civiya.

Berî dengdana dayîna baweriya bi hikûmeta nû, serokekî nû ji parlamentoyê re hat hilbijartin.

Ji bo posta serokatiya parlamentoya Îsraîlê, parlamenterê Partiya Shas Yaakov Margi ji bloka hevpeymanên Netanyahu û Mickey Levy ji bloka hevpeymanên Bennett ketin pêşbirkê.

Di dengdanê de, Mickey Levy ji 120 dengdan 67 deng wergirt û bi piraniya dengan bû Serokê Nû yê Parlamentoya Îsraîlê.

Yaakov Margi jî di dengdanê de 52 deng wergirt.

Berî Levy, Serokê Parlamentoyê Yariv Levin, ji partiya Netanyahu Likud bû.

Levy Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Leyv pêştir 30 Adara 2015 di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku Hêmin Ebdullah pê re kiriye, bi zelalî dibêje ku Ez Kurdim û şanaziyê bi Kurdistanê dikim.

Leyv herwiha hêvî dike ku rojekê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bîne û tekez dike, divê ji vo vê yekê xebat bê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin