Goreke komî ya 123 qurbaniyên DAIŞê tê de bûn hat dîtin

Goreke komî ya 123 qurbaniyên DAIŞê tê de bûn hat dîtin

.

A+A-

Hat ragihandin ku piştî dîtina goreke komî li devera Badûşê ya parêzgeha Nînowayê dest bi diyarkirina nasnameyên qurbaniyan hatiyee kirin ku hejmara wan 123 kes in.

Çend hefte ye li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê proseya wergirtina xwînê ji malbatên qurbaniyên bin destê DAIŞê, ji bo diyarkirina nasnameyên qurbaniyên Badûşê birêve diçe, ku di navbera salên 2014-2017an de tawaneke gelek xirab li dijî mirovahiyê hatiye encamdan.

Di Hezîrana 2014an de DAIŞ bakurê rojavayê Iraqê kontrol kir, wê demê 600 kes ku piraniya wan Şîe bûn, bi rêya çend barhilgirên serbazî ve ber bi girtîgeha Badûşê ve hatin veguhestin, piştre hemû hatin gulebarankirin.

Desthilatdarên Iraqê heta ku DAIŞê di sala 2017an de têk biçe, nekarîn nasnameyên wan qurbaniyan eşkere bikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Iraqê di serdema desthilata DAIŞê de 200 gorên komî li deverên cuda cuda yên Iraqê hatine dîtin ku di nav wan gorên bi kom de 12 hezar qurbanî hebûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin