Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd û Idlib!

A+A-

1-005.pngDi sîyasetê de, di şîrovekirina pirsgirêkan de têz û sentez divê her li henber hev di şer de li rastîyê bigerin. Ev karekî ilmî ye. Rûsîya Tirkîye li henber Emerîka û hêzên hevpeymanan bikar tîne. Emerîka û hêzên Hevpeymanan jî Tirkîye li henber Rûsîyayê bikar tînin. Tirkîye jî, di dengê de nakokîyên Rûsîya û Emerîka ji bona armancên xwe bikar tîne. Hemû dewlet û aktor baş dizanin ku tirkîye, bi avakirin û xwedî kirina hêzên terorê re vê rola xwe li henber Kurdan, li ser axa Sûrîye û Rojavayê Kurdistan dimeşîne. Çekên ku bidest xistine piralî bikar tîne.

Idlib nakeve!

Çima ez dibêjim İdlib nakeve û niha dawî li şerê Sûrîyeyê nayê! Ji xeynî Sûrîye û Rûsîya, ti dewlet naxawzin şerê Sûrîyeyê bidawî were. Ji ber ti pîlan û projeyek Sûrîye a sîyasî li ber çav, ku van aktoran li ser, lihev kirine tineye. Pêşeroja Sûrîye tarî ye. Opozîsyonek ku îktîdarê bigire destê xwe li Sûrîyê nemaye. Ev jî zelalkirina nexşerêyek sîyasî û çareserkirina pirsgirêkan zahmet dike.

Di warê nexşerêya Sûrîyeyê a sîyasî de pir proje hene. Lê ev proje ne aktuelin. Opozîsyona Sûrîye têkçûye. Di destpêka destpêkirina şerê Sûrîyeyê de, opozîsyonek hebû û ev bi hewlên xwe li henber rejîmê bû. Ev opozîsyon ket destê hêzên tundrew û hêzên wekaleta şer. Di vir de Tirkîye rolekî mezin lîst. Hin di damezirandina DAÎŞ de û hin di rêkûpêk kirina El-Nûsra, El Qaîde û van hêzên din wek Cephet ûl Tahrî el Şam de xwedî rol e. Tirkîye li ser axa Sûrîye bi wekaleta van hêzan cîh ji xwe re çêkir û hewlên xwe fireh kir.

Pêşî, êrîş anî ser Rojhilatê Kurdistanê, Cereblûs li ser Kûraya 40 km. heta El-Bab dagirkir. Efrîn xist bin îzolasyonê. Paşê bi alîkarîya Rûsîya Efrîn jî dagir kir. Nêzî 350 hezar koçberên Ereb anî û li van deveran bicîh kir. Kurd ji axa wan derxistin û demografîya herêma Efrîn û Cerablûsê hat guhertin. Niha rojavayê Firat bicarekê de di bin talan, kujtin û revandin û zilma Tirkîye û hêzên terorê de ye.

Rewşa kurdan pir xerabe. Nêzîk 500 hezarî di kampande perîşan in. Demografîya Kurdistanê bicarekê de hatîye guhertin û Kurd mahacir bûne. Tenê beşek pir piçûk li Qümîşlo û derdorê maye. Pozîsyona kurdan tenê leşkerîye û pozîsyonek netewî, sîyasî tineye. Rêveberên Rojavayê Kurdistan, bi hêza leşkerî parêzerê „gelan“ e, ne parêzerê stratejîyek kurdewarî û netewî ne. Kurdên rêveber, li Rojavayê Kurdistan, bi helwest wekaleta şer dikin û ji hêla sîyasî de bê stratejî ne. Parêzerê sîyaseta „biratîya gelan“ e. Ev jî kurdan ji helwestek netewî dûr dinirxîne.

Divê Kurd serê xwe ji nav qûmê derxînin û binêrin bê di herêma wan de çi dibe, çi diqewime û tirk bi çi bawerin ku wan hewlan didin xwe?

Tirk  pişta xwe bi çi ve girêdane, ku ewqes har tevdigerin?
Tirkan bi çi xwe bawerin, ku Ewrûpa xistîye tengasîyê, bi qeflên penaberan welatên Ewrûpa tehdît dikin û dest û lingê wan girêdane?
Tirkan çima NATO, NY. û Emerîka xistîye tengasîyê?

Tirk baş dizanin ku, dewletên piştgirên Kurdan di têkilîyên xwe de zeîf û ne xwedî biryarin! Piştgirîya wan li ser esasên dewlet, berjewendî û xurtbûnê dimeşe. Kurd ne dewletin û haya wan ji lîstik u lihevhatinên pişt perdê tineye.
Tirk baş dizanin ku niha, Emerîka, hêzên hevpeymanan û beşek mezin ji ereban, naxwazin İdlib û derdorê wê bicarekê de bikeve destê Rusîya û rejîma Esad. Ji ber ku ev tê wateya ku, eger İdlib û derdorê wê têkeve destê Rûsîya û rejîmê, wê were wateya ku; "
ev heyşt sale xwînek û kedek belasebeb li wir berbihewa bibe."(!) Wê her tişt mîna berê teslîmî rejîma Sûrîye bibe. Ev li hesabê Emerîka, Hêzên Hevpeymanan û Ereban (ji xeynî Katar) nayê. Ji ber ku ne ahlaqî ye jî.
Bi tevlihevî, şer û parastina İdlib, Tirkîye, xizmetê ji wan hêzên, ku naxwazin şer li Sûrîye bidawî bibe re dike. Rûsîya jî, Îran jî, Sûrîye jî baş dizanin ku Tirkîye hêza xwe ji vir digire.

Geh şerê kozikan, geh şerê sahê, tenê lîstikên ku, hayê herkesî ji her kesî heye ji xeynî kurdan!

Di qirîza penaberan de jî tehdîda Tîrkîye, hêza xwe ji destpêka şerê navxwe yê Sûrîye, stratejîya ku Emerîka û Dewletên Ewrûpa danîbû ber tirkîye û ji peymanên pişt perdê digire.

Yên di devê tivingê de ne kurd in

Eger İdlib bikeve, wê Tirkîye wan hêzên tundrew bîne li Rojavayê Kurdistanê bicîh bike. Ji bona ku Rojava bicarekê de hilweşe û qet axa Kurdistan di destê kurdan de nemîne. Wê Kurd axa di destê xwe jî wenda bikin!
Hewla duyem: Eger İdlib têkeve destê rejîmê û Sûrîye desthilatdarîya xwe îlan bike, 
ya wê kurdan teslim bigire, yan jî bişer mecbûrî teslîmbûnê bike! Ewên ku bi me re tevdigerin, ne ji bo me, ji bona berjewendîyên xwe bi me re ne. Hinek hîn pirtir ji wan re soz bidin û bibin muhatap, me dikin taştê ji tirk û ereb û farisan re.
A baş ewe ku Sûrîye xurt nebe û İdlib nekeve destê Rûsîya û rejîmê. Heta ku çareserîyek siyasî bêt dîtin ji Sûrîyeyê re. Di vê rewşê de, ku İdlib bikeve û Sûrîye ênîya xwe bi Rûsîyayê re fireh bike; wê rewşa kurdan ji niha hîn xerabtir bibe. Rûsîya, wê hewlê bide xwe ku, kerta kurdan bikar bîne, lê bawerî bi Rûsîya re nayê û wê ev jî ji bona xurtkirina desthilatdarîya rejîma Esad, di zirara Kurdan de be.

Rûsîya û Sûrîye li gor berjewendîyên xwe, li ser axa Sûrîyeyê biser kevin, wê Kurd berê xwe bidin wan bê ku ji bona kurdan tiştekî bidest bixin. Ev jî têt wateya wendakirina Kurdan. Sîyaset û xwestin ne yekin! Tiştek din jî heye; ku dîvê em bidin ber çavê xwe! Ew jî; ku İdlib bikeve destê Rûsîya û Rejîmê, ev wê bi şertê ku Tirkîye hemû terorîstan bîne li Kurdistan bicîh bike. Ji bona wê jî dagirkirina Kobanê jî dikeve nav daxwazên Tirkîyeyê. Ev jî wê ya herî xerab be.

PKK, PYD, YPG û HSD ji bona kurdan bê stratejî ne. Tenê li ser sahê wekaleta şer dikin. Heta niha ji Efrîn, Cereblûs bigire, heta Girê Spî û Serê Kanîyê Kurd ji êrîşên Tirkîyeyê neparastine. Her, perçe perçe axa rojavayê Kurdistan wenda kirine. Ji 2,5 milîyon Kurd, niha 500 hezar Kurd li ser axa Rojavayê Kurdistan nemaye. Ev xeterîya herî mezin e ku ax di destê me de tinebe, li ser maseyên dan û stendinê em kêmquwetin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin