Konferansa Navxweyî ya  PAKê: Divê Em Navenda Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk Ava Bikin

Konferansa Navxweyî ya PAKê: Divê Em Navenda Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk Ava Bikin

Konferansa Navxweyî ya PAKê bi awayekî serkeftî bidawî hat: Li Bakurê Kurdistanê Pêwîstîyeke Sereke Ava Kirina Navenda Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk e.

A+A-

Konferansa Navxweyî ya PAKê, bi beşdariya nûnerên teşkîlat û rêxistinên PAKê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê, di 15-16ê Cotmeha 2022yê da li Diyarbekirê hate li dar xistin û konferans bi awayekî serkeftî bidawî hat.

PAK di 18ê Cotmeha 2014an da li Amedê hate damezrandin. Girîngîyeke Konferansa Navxweyî ya PAKê jî ew bû ku, di 8emîn salvegera damezrandina PAKê da li dar diket.

Konferans, bi axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Bedran Acar destpêbû. Bedran Acar, di axaftina xwe da got ‘’Ez hêvî û bawer dikim ku ev konferans ji bo PAKê û ji bo gelê me dê bibe destpêkeke nû’’.

Ji bo Serokatîya Dîwana Konferansê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gul, ji bo endamtîyên dîwanê jî, Seroka Meclîsa PAK Ewropayê Seval Mert, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran û endama Meclîsa PAKê Roza Kurd bi yekdengî hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina Dîwana Konferansê, Konferansa Navxweyî ya PAKê bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadîya Kurdistanê dest pê kir.

Di destpêka civînê da, Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Ozçelîk li ser rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê, herêmê û dinyayê û di derbarê xebatên PAKê yên 8 salan da agahî da analîz û nirxandinek pêşkêş kir.

3 xalên rojeva Konferansa Navxweyî ya PAKê hebûn. 1)Nirxandina 8 salên PAKê û ji bo rojên pêş, tesbît kirina nexşerê û bernameya xebatê ya PAKê. 2)Nirxandina sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da. 3)Nirxandina sîyaseta PAKê ya li Bakurê Kurdistanê da di derbarê yekitîya sîyasî û rêxistinî, tifaqa neteweyî demokratîk, peywendîyên hêzên neteweyî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û sîyaseta PAKê ya di derbarê hevkarî û dîyalogên li gel alîyên Tirkîyeyî da.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, xebat û karên PAKê yên rêxistinî, aborî, sîyasî û dîplomasî yên di 8 salên bihurî de hatine kirin û mesafeya ku PAK gihîştîyê nirxand û gihîşte wê encamê ku li gel hemû kêmasî, şaşî û zehmetîyan jî, PAK di têkoşîna azadîya Kurdistanê da , li Bakurê Kurdistanê navenda sereke ya hêza netewî, demokrat û azadîxwaz e.

Di Konferansa Navxweyî ya PAKê da, hemû nûnerên teşkîlat û rêxistinên PAKê di atmosfereke demokratîk da, bi awayekî azad bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman. Konferansa Navxweyî ya PAKê, li Bakurê Kurdistanê nimûneyeke nû ya wê kultura sîyasî ya PAKê bû.

Bi fikir û pêşniyarî yên ku li ser hişmendî û felsefeya damezrandina PAK hatin pêşkêş kirin; bi moral, bi xwedî lê derketin, kelecan û biryardarîya xwe ve, Konferansa Navxweyî ya PAKê, ji bo geşedan û vejîneke nû, bû destpêkeke nû, bû cîhê hêvî û bawerîyeke nû.

Konferansa Navxweyî ya PAKê 2 rojan ajot . Di dawîya konferansê da Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr axaftina bidawî anîna konferansê kir. Nurullah Tîmûr di axaftina xwe da got ‘’Konferans di atmosfereke hêvîdar û berhemdar da bi dawî hat. Ez spasîya hemû nûneran dikim’’.

Nûnerên ku beşdarî Konferansa Navxweyî ya PAKê bibûn, li ser bingehê her sê xalên rojeva konferansê, di derbarê rewşa Bakur, Başûr,Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Tirkîyeyê da jî bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.

=Tesbît û nêrînên hevbeş yên di Konferansa Navxweyî ya PAKê da derketin holê ev in=:

1-Piştî ku Dewleta Îranê bi îşkenceyê keça Kurd Jîna Emînî kuşt, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, serîhildaneke meşrû, însanî, milî, demokratîk destpêbû. Ev serîhildana, nîşana daxwaza azadî û wekhevîyê ya gelê Rojhilatê Kurdistanê ye, nîşana dazwaza azadî, edalet, demokrasî û jîyaneke mirovane ya gelên Îranê ye.

Konferansa Navxweyî ya PAKê,ji ber hemû êrîş, kuştin, îdam, îşkence û destgir kirinên wê, Dewleta Îranê protesto dike.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, silavên xwe pêşkêşî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê dike. Konferansa Navxweyî ya PAKê, bi hest û hişmendîyeke neteweyî, Kurdistanî silavên xwe pêşkêşî Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê dike û bi hêvîya ku ev hevkarî bi beşdarîya potansîyelek berfirehtir a neteweyî, niştimanî xurtir bibe, piştgirîya wan dike; em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

2-)PAK wek Partîya Fedakarên Kurdistanê, eve 8 salin bi xebatên xwe ve, li Bakurê Kurdistanê bûye temsîlkarê kultureke nû. Lê belê, li gel vê rastîyê jî, PAK ne li cîhê ku divîyabû ye lê be ye.

Li Bakurê Kurdistanê, pêwîstî bi hêzeke pêşeng ya biryardar, realîst û aqliselîm heye.

Lewma jî girîngîya xurtkirina PAK a ku xwe weke berdewamîya tevgera azadiya Kurdistanê ya 200 salî dibîne, îro hîn zêdetir derdikeve pêş. PAK di doza azadîya Kurdistanê de aktorekî/a esasî ye; lêxwedîderketin, bi ciwan û jin û beşên cuda cuda yên civatê ve geşedan û girseyîbûna PAKê, ji bo serûber kirina tevgera netewî, demokratîk û ji bo meşandina siyaseteke maqûl gelekî girîng e.

3)PAK, ji roja ava bûye û heta îro, ev paradîgmeya ji xwe re kirîye rêbazeke esasî: Yên dikarin bibin yek, bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek, bila hevkarîyê û tifaqê bikin. Yên nikarin hevkariyê bikin, bila di nava diyalogê da bin. Yên nikarin di nava diyalogê da jî bin, bila dijminatîya hev nekin.

Konferansa Navxweyî ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku, ev paradîgmaya, di eslê xwe da, divê paradîgmaya bingehîn a hemû tevgera netewî û demokratîk ya Kurd û Kurdistanê be.

Bi vê fikrê, Konferansa Navxweyî ya PAKê, li Bakurê Kurdistanê hebûna partiyeke kîtlewî, netewî, demokratîk, azadîxwaz û xurt pêwîst dibîne, binê vê yekê bi taybetî xêz dike.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, careke din balê dikişîne ser wê yekê ku ,li Bakurê Kurdistanê hûnandina partîyeke netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya girseyî û xurt îro jî pêwîstîyeke sereke ye.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, ji bo organîzekirina vê pêwîstîyê ya li Bakurê Kurdistanê, careke din bang li partî, tevger, rêxistinên ku bername, rêbaz û sîyaseta wan wek hev in, nêzî hev in dike da ku di nav yek partîyê da bibin yek.

Konferansa Navxweyî ya PAKê bang li hemû kadroyên netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî dike û dibêje li PAKê xwedî derkevin, PAK ya we ye, werin em bi hev ra PAKê mezintir û xurtir bikin.

4) Konferansa Navxweyî ya PAKê, siyaseta PAKê ya di derbarê hevkarî û tifaqên netewî, demokratîk ya heta nuha li Bakurê Kurdistanê meşandîye pejirandîye û bal kişandîye ser girîngîya berdewamiya vê siyasetê. PAK, tifaqên netewî, demokratîk wek siyaseteke sitratejîk qebûl dike.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, careke din îşaret pê kirîye ku, li Bakurê Kurdistanê prensîbên esasî yên hevkarî û tifaqeke netewî, Kurdistanî ev in: Wek welatekî qebûl kirina hebûna Kurdistanê û hebûna miletê Kurd. Qebûl kirina xwe îdare kirina bi sitatûyeke sîyasî, neteweyî, coxrafî ya li Kurdistanê. Qebûl kirina mafên netewî û demokratik. Rêzlêgirtin û pejirandina Alaya Kurdistanê û hemû nirx û sembolên netewî. Rêzlêgirtina maf û azadîyên hemû pêkhateyên netewî, etnîkî, dînî, mezhebî, siyasî, civakî yên li Kurdistanê.

PAK, li ser van prensîbên esasî amadeye bi her dor û berê, bi her partî, tevger, rêxistin û grûban ra hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk, Kurdistanî pêk bîne, herweha di vî warî da xwe berpirsiyar dibîne.

Konferansa Navxweyî ya PAKê, dibêje, îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke sereke ya gelê me, ava kirina Navenda Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk e.

Herweha PAK amadeye li ser her daxwazeke netewî ya miletê Kurd bi her alîyekî re kar û xebat û hevkarî û dîyalogên pêwîst jî pêk bîne.

5- Konferansa Navxweyî ya PAKê girîngîyeke mezin dide xebatên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd. Ji bo ku daxwazên acîl ên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da cîh bigirin, divê ji îro ve, potansîyeleke berfireh a kurdan wek terefekî bêne organîze kirin û li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi vê armancê xebateke aktîftir bê meşandin.

6- Konferansa Navxweyî ya PAKê, sîyaseta PAKê ya ku heta îro di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da meşandîye pejirandîye, wek sîyaseteke neteweyî, demokratîk pênase kirîye. Herweha Konferansa Navxweyî ya PAKê dîyar kirîye ku, PAK ji îro pê ve jî, li ser bingehê vê perspektîfa ku li xwarê hatîye dîyar kirin, dê sîyaseta xwe ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da bimeşîne.

a)Li gorî Qanûna Bingehîna Dewleta Tirkîyeyê ya ku heye, li gorî van hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê, yasayên partîyan û hilbijartinan, li gorî sonda karmendîyê û sonda parlamenterîyê, li gorî Destûra Navxweyî ya Parlamentoya Tirkîyeye, ev parlamentoya ku zimanê Kurdî wek ‘’zimanekî ku kes nizane çi zimane’’ pênase dike, dê nikaribe bibe cîhê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê. Pirsa Kurd û Kurdistanê bi hevdîtinên di navbera nûnerên gelê Kurdistanê û Dewleta Tirkîyeyê û bi çavdêrîya dewletên cîhanê dikare bê çareser kirin.

b) Konferansa Navxweyî ya PAKê, li ser bingehê vê perspektîfa ku me li jorê dîyar kirîye, dibêje, li gorî şerd û konjonktur û rewşa dema hilbijartinan da, em dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê û yên beledîyeyan bibin; em dikarin hilbijartinan boykot bikin; em dikarin beşdarî hilbijartinan bibin û gava em biserketin, em dikarin sonda parlamenterîyê nexwînin û neçin parlamentoyê; ji bo ku em doza meşrû ya azadîya gelê xwe û daxwazên acîl yên miletê xwe li parlamentoyê jî biparêzin, em dikarin parlamentoyê jî wek platformekê bikarbînin. PAK dê van alternatîfan her yekê li gorî şerdên dema hilbijartinan bikaribe bicîh bîne.

c)PAK, li gorî tecrubeyên xwe yên di hilbijartinên berê da û li gorî vê perspektîfa ku li jorê hatîye destnîşan kirin, di hilbijartinên parlamento û serokkomarîyê da, bêyî ku doz û daxwazên meşrû yên miletê Kurd bi bazarîya li ser hejmara parlamenteran bê bêqîmetkirin, dê hewl bide ku bi dor û bereke herî berfireh a neteweyî, Kurdistanî ra sîyaset û helwesteke hevbeş tesbît bike û pêk bîne, da ku Kurd bikaribin wek terefekî tevbigerin.

7- Di Konferansa Navxweyî ya PAKê da di derbarê peywendîyên her çar perçeyên Kurdistanê da ev nêrîn derkete pêş: Li gorî rastî û rewşa taybet a her çar perçeyên Kurdistanê, Kongreyeke Neteweyî ya ku ji her çar perçeyên Kurdistanê pêk bê ne realîst e, şerd û mercên heyî ne misaîdî bicîh anîna projeyeke bi rengî ne.Lê dîyar e, ji ber ku, qedera her çar perçeyên Kurdistanê di asteke herî mezin da tesîrê li hevdu dikin, pêwîstî bi Navendeke Hemahengîyê(Koordînasyonê) di navbera hêzên neetweyî, niştimanî yên her çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê da heye. Ev navenda dê bikaribe roleke dîrokî, neteweyî bilihîze.

8- Konferansa Navxweyî ya PAKê , piştevanîya hemû dezgeh, xebat, hewl û çalakîyên neteweyî, Kurdistanî yên li dîyasporayê dike, daxwaza yekgirtina hemû dezgehên neteweyî yên li dîyasporayê dike.

9- Di Konferansa Navxweyî ya PAKê da , ji bo peywendîyên bi alîyên Tirkîyeyî ra du pêwîstî hatin dest nîşan kirin. Ji alîyekî ve, her çiqas ew hêz di van civata Tirkan da ne zêde bin jî, divê bi hêzên ku mafê çarenûsîya miletê Kurd diparêzin ra peywendîyên xurt bêne hûnandin. Ji alîyekî ve jî, divê bi hemû kes û hêzên li Tirkîyeyê azadiyê, demokrasîyê, edaletê, mafên mirovan, azadîya fikrî û rêxistinî dixwazin, diparêzin ra em di nav peywendîyan û dîyalogê de bin, hevkarîyan bikin. PAK amadeye bi parêzvanên mafên jinan, bi her kes û dor û bereke ku piştgirîya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dike, li dijî qedexeyên li ser zimanê kurdî derdikeve, yên dixwazin mafên kurdan yên netewî, demokratîk werin dayin, yên dixwazin dawî li şer û li neyartîya kurdan were bê anîn ra, di nav diyalogê de be û hevkariyê bike.

10- Dewleta Tirkîyeyê divê dev ji siyaseta xwe ya ku li ser dijayetîya Kurdan dimeşîne berde, divê dawî li hemû operasyonên leşkerî, girtin û hefs kirina mirovan bîne. Dewleta Tirkîyeyê ji bo bi rêyên dîyalogê û guftûgoyan pirsgirêk bêne çareser kirin, divê bi hemû partiyên kurdan ra, bi nûnerên gelê kurd yên meşrû ra rûne û ji bo çareserkirinek rasteqîn ya sîyasî gavan bavêje.

Sîyaseta PKKyê ya şerî û çalakîyên wê yên çekdarî, ji sîyaset û armanca Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirina destkeftîyên Kurdan û ji holê rakirina amûr û çareserîyên sîyasî, sivîl, demokratîk ra rê xweş dike. Zerar û texrîbata vê sîyaseta PKKyê di dema xendek û barîqatan da bêyî şik derket holê.PKK ya ku li Bakurê Kurdistanê nikare bi awayekî berfireh çalakîyên çekdarî pêk bîne, nuha li Başûrê Kurdistanê, bi xebat û çalakîyên xwe yên leşkerî ve ji êrîş û dagirkirinên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ra rê xweştir dike.PKK bi çalakî û xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ve, serwerî û desthilatdarîya meşrû ya Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê nas nake, biryarên wê tune dihesibîne..

Aşkere ya ku çalakîyên çekdarî yên PKKyê zerarê dide gelê me, dide doza azadîya Kurdistanê.Ji ber wê jî divê PKK demildest dawî li hemû çalakîyên xwe yên leşkerî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bîne û divê rêzê li desthilatdarîya Herêma Kurdistanê bigire, biryarên wan bi cîh bîne.

20.10.2022

Meclîsa Partîyê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin