Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Konferansa me û çavderîyên minî welêt (2)

A+A-

Min gotara xwe ya yekemîn bi vê hevokê xelas kiribû " sîyaset li saha sîyasetê û li welêt xweş e "

Ji bo çi siyaset li saha sîyasetê xweş e?

Bi ya min gelek sedemên vê pirsê hene..

Qesta minî ''sîyaset li saha sîyasetê û li welêt xweş e'' têkilîya bi gel û rewşa alîyên sîyasî bûn.

Têkîliya gel û sîyasetmedaran wek mînaka mahsî û avê ye..

Wexta hûn mahsîyan ji avê derxînin pir dirêj najîn, wexta sîyasetmedar jî ji gel dûr bikevin namirin lê tu bandorek wan/wî jî li ser gel namîne.

Bi qeneta min ev yeka ji mirinê jî xerabtire.

Konferansa me li ser vê yekê jî sekinî û tekez kir ku gotarên me, bi kar anîna şiklê medya civakî û îmkanên teknîka dijîtal gavên berbiçav û pêşketî ne. Divê em eşkere bi nav bikin, ji sedema pandemîyê di xebata rûbirû de tembelî/sistîyek jî çêbûye.

Divê rêvebir û kadroyên PAKê hîn bêtir dinav gel de bin û têkîlîyên xwe bi gel re xurtir bikin.

Rastîyek heye divê ez bi nav bikim..

Di gengeşîyên konferansê de, ji têkilî û sohbetên li welêt fêrî tiştekî bûm. Problema sereke ya kesayet û alîyên sîyasî wek ku em difikirin nameşe.

Rewşa gel, kesayet û dezgehên sîyasî bitena serê xwe mijarake lêkolînêye. Li welatê me partîyên dewletê cirît davêjin.. Ev yeka cîhê şermê ye. Divê em liser vê yekê baş bifikirin û rawestin.

Çavderîyekî minî din jî ev e, li Bakûrên Kurdistanê, di hedefên sîyasî de du fikir û du dinyayên ji hev cuda hene.

Di eynî wextê de girse û xîtabeta ev herdû fikir û dinyayên ji hev cuda, bişiklekî di nav hev de ne.

Ev yeka paradoksek e lê realîta me ye jî.

Realîtek din jî heye gel di gelek waran de wêrek û cihê difikire.

Ya ji min re balkeş hat..

Êdî li Bakûrê Kurdistanê alîyê sîyasî pir vekîrî xwe tarîf dikin.

-Xeta Kurdistanîyan

-Xeta Tirkiyewî ( eşkere bi vî navî xwe tarîfkirin mijarek lêkolînêye)

Gel/girse di pratîkê de li cem xeta Tirkiyewî ne, lê wek fikir û di sohbet, gengeşîyan de li gel xeta Kurdistanîyan ne.

Divê em ji xwe bipirsin çima?

Berî bersîva vê pirsê di hin xalan de dixwazim tespitek xwe bi we parvebikim...

Li Bakûrê Kurdistanê herdû xet/enî di jîyana rojane de bi şiklekî di nav hev de ne.

Xeta Tirkîyewî/yî ji gelek alîyan xwedî îmkanên mezin in.

Medya, propaxanda, bendewarîyên şexsî, berjewendîyên malbatî, eşîrî û,û..

Piştî dewletê li Bakûrê Kurdistanê fikra Tirkyewî bi rêxistin û desthilatdarin.

Xeta Kurdistanî di gotin û hedefên xwe de zelal in, fedakarin, ji bêrika xwe, ji mal û milkê xwe, ji wexta xwe û ya herî girîng di nav bê îmkanîyan de îmkanan çêdikin, lê di pratikê de perçe perçe û lawaz in. Perçe perçe bûyina wan, bi her awayî wan ji navnîşana rasteqîn bidûr dixîne.

Gel tu wateyekê nade perçe perçe bûyîna partîyên Kurda.

Ya rastî li navnîşanek xurt û li navendekî xwedî cazîbeyan digerin. Ew navnişana cazîbeyan wexta were avakirin li hemberî partîyên dewletê wek kevirên domînoyê ewê hakimyeta kurda li saha sîyasetê çêbe û Miletê Kurd ewê di pratîkê de ji tercîha partîyên dewletê û siyaseta Tirkyewî bi dûr kevin.

Divê alîyên Kurdistanî, dezgeha sîyasetê jivê yekê re çareyek bibînin. Ji bo wê jî banga Konferansa PAKê ya ji bo avakirina "navendek neteweyî" pir girînge.

Di tekoşîna neteweyî û demokratîk de vîzyona we ya nihayî çi dibe bila bibe, divê hûn bersîva gel ya rojane jî bidin.

Sîyaseta sîvîl, demokratîk, legal, meşrû naşibe tekoşînên din. Divê hûn li gund, navçe û bajarên Kurdistanê bersîva  bendewarîyên şexsî, berjewendîyên malbatî, eşîrî, aqilyet û olên di bin zextê de dijîn bidin. Heger li gor wê hûn xwe birêxistin nekin zahmete meşa we ya dewlet bûyinê biçe serî. Ev yeka jî bi rêxstinbûyinê, bi gavên qebûlbar û maqul pêş dikeve. Bi xwe heger gel wek fikir piştgirîya ax, welat û statuyê dike û di pratîkê de dengê xwe dide partîya Tirkyewî ez vê tercihê bi wê girê didim. Divê bala partîyên Kurdistanî li ser xwestekên gel be. Li gor van xwestekan li gund, bajaran û di saha sîyasetê de bi kesên xwedî bandorin têkîlî deynin û wan bikin şirîgê projên xwe.  

Rêya vê yekê jî ji avakirina "navendek netewî "derbas dibê.

Di vir de rola dezgehên siyasetê, kadroyên 50 sal in meşa azadîyê dimeşînin derdikevin pêş û ya herî girîng kilîta vê rol parvekirin û avakirina "navendek neteweyî" di destê serokên Partîyên Kurdistanî de ne.

Sîraç Kiricî 

10.11.2022 

Bixwîne: Çûyina minî welêt û bandora konferansa me - Sîrac Kirici (1)

1-310.jpg2-348.jpg3-321.jpg4-260.jpg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar