Konê Reş: Ez û Cegerxwîn

Konê Reş: Ez û Cegerxwîn

.

A+A-

                                              Konê Reş û Pirtûkek Nû bi Navê:
                                                                 (Ez û Cegerxwîn)

Ev pirtûka çara ye ku Konê Reş li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Şam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), Qamişlo 2017 û pirtûka Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), weşanxaneya Sîtavê 2019.

Konê Reş ev pirtûka xwe; (Ez û Cegerxwîn), diyarî Kesrayê Cegerxwîn: 1936-2020), kiriye. Yê ku di şeva 26/3/2020an de li Stockholmê, ji ber hala koronayê (Covid-19), canê xwe ji dest daye û li wir hatiye veşartin.

 Konê Reş di pêşgotinê vê pirtûkê de wiha dibêje: (Ev pirtûka min li dor Cegerxwîn e. Cegerxwînê ku temenê min 10-12 sal bûn, min navê wî bihîstiye.. bi hatina min î Qamişlo re, di sala 1966an de, ji bo xwendinê, min ew dîtiye.. di sala 1976an de, gelek caran cûme mala wî, pê re rûniştime, min pirs jê kirine û lê guhdarî kiriye.. (Mixabin di wî heyamî de, ev derfeta wênegirtinê wek niha nebû ku wêneyekî pê re bikişînim).

  Ji berî 37 salan ve jî -ji roja mirina wî ve- her sal di 22ê Çêriya Pêşî de serdana gora wî dikim.. Û bi demê re, bûme wek rêberekî ji dost û hevalên ku têne Qamişlo û doza serdana gora Cegerxwîn dikin..

 Di vê pêvajoyê de, min sê helbest li dor wî nivîsandine û li ser gora wî xwendine. Herwiha wek nivîskarekî kurdî, min beşdarî di sê festîvalên wî de kiriye; Panela Sedsaliya Rojbûna Cegerxwîn li Amedê/ 2003, Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê/ 2008 û Rojên Wêjeya Kurdî li Batmanê/ 2010, bi navê (Cegerxwîn: Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê:).

  Wek ku min got, di vê pirtûkê de, min çîroka naskirina xwe bi Cegerxwîn re, beşdariya xwe di festîvalên wî de û çîroka her sê helbestên ku min li dor afirandine gotiye. Digel ku min pêşgotinên her sê dîwanên wî yên pêşî ku rêhevalên wî: (Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Abdulhemîd Dewrêş) nivîsandine, di vê pirtûkê de daxistine. (Min nasnekir çima ev pêşgotin ji çapên dîwanên wî yên nû hatine hilanîn..?!).

 Û min jînenîgeriya wî bi kurtî, navê berhemên wî yên çapbûyî û çapnebûyî anîne ziman.. Wiha jî, min çend xalên giring di jiyana wî de dane naskirin wek; pêwendiyên wî bi Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can û Osman Sebrî re.. Herwiha min cih daye çîrok û deqa helbesta wî, ya ku wî di pesnê Barzaniyê Nemir gotiye. Ev helbesta ku di dîwanên wî de belav nebûye!. Xala giring di vê pirtûkê de, kovara GULISTAN e. Ew kovara ku Cegerxwîn di sala 1968an de, piştî 23 salan ji rawestandina kovara (Hawar û Ronahî), bi kurdiya latînî û biryara partiya xwe weşandiye. Wiha jî, min cih daye du çavpêketinên ku min bi dost û nasên wî re kirine.. Digel ku min, ronahî berdaye ser hin baweriyên wî yên têvel.

Cegerxwînê ku tev jiyana xwe di pesnê welat û welatiyên xwe de xerc kiriye; li ser girya ye, kenya ye, stra ye û bi germî di govenda welatê xwe de raqisîye.. Cegerxwînê ku roja îro, gora wî, li bajarê Qamişlo ji kurdperweran bûye nîşan û qublegeh.. Kurdistaniyên ku ji çarhawêr ve têne Qamişlo, serdana gora wî dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng di gotinên helbestên wî de diponijin.. Cegerxwînê ku, navê wî bi navê Qamişlo re hatine hunandin. Cegerxwînê ku bi berdewamî xebat û bizav di ber ziman û afirandina peyva kurdî de kir û di encam de xwe bi van gotinan daye naskirin: 

Ez daxwaza Xanî me

Rewşa neqşê Manî me

Di ristê de kanî me

Ez nizanim çi bêjim

Nakin dengê saza min

Guh nadin awaza min

Yan nizanin raza min

Ez nizanim çi bêjim..

Ev pirtûk ji keç û xortan re ye, bêtir ji têgihiştî û kesên sere re.. Armanca min ku keç û xortên me serwextî ked, xebat û têkoşîna Cegerxwîn bibin; li ser şopa wî biliv pêş û li ber ronahiya çiraya wî ber xwe bibînin!..). Konê Reş/ Qamişlo, Hizêrana 2021

Pirtûk 204 rûpel e, bi hin wêneyên Cegerxwîn û hevalên wî hatiye xemilandin..

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin