Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kole û Efendî!

A+A-

imamoglu-001.jpgDema ku mirovê spî lingê xwe avêt ser axa Efrîka, Încîl (Pirtûka Pîroz) di destê wan de bû. Her yekî Efrîkayî pirtûkek ji wê didan wan û axa wan ji xwe re digirtin. Piştî demekê, Efrîkî xwas û tazî, tenê di destên wan de Pirtûka Pîroz ma. Lê „Mirovên Spî“ xwedîyê axa Efrîka bûn.

„Yê me Pirtûka Pîroz hebû, mirovên Spî jî xwedîyê axê bûn“(!)

Dagirkerên Kurdistan jî „Pirtûka Pîroz“ û sûretê Mustefa Kemal didin kurdan, wek dîyarî û emir didin kurdan, ku ew „xwedîyê Kurdistan“ in.

Di dîyarîya tirkan de wêneyê Mustefa Kemal, wek efendîyê axa Kurdistan û cotkarê henber jî koleyê (Kurd) wî xwîya dike. Yanî di mesaja vê dîyarîyê de mesajek din derdikeve ber me; ku di girtina merasima tabloyê de wan reben û belengazên ku esîrtî wek rûmet pejirandine, derdixe ber me. Ev jî pejirandin û hezkirina kujer û ruhê miletê esîr û kole ye. Qabulkirina efendîtîtîya tirkan li ser serê Kurd û Kurdistan e.

Li gor felsefeya tirkan, mirov û mirovatî tine ye. Zilm û zordarî heye. Kî xurt be, zalim be, ew heye. Tirk, xwe wek xwedîyê axa Kurdistan dihesibînin. Ji dervê wan herkes koleyê wan in. Bi çavê koledaran li Kurd û Kurdistan dinêrin. Her çi li Kurdistan hebe, xwe wek xwedîyê wê dibînin.

Hêjayên Kurd û Kurdistan binpê dikin, talan dikin. Felsefa serdestîya xwe li ser esasên tinekirin, jibîrkirina hafiza dîrokî dimeşînin. Li Kurdistan ji xwe re alîkaran peyda dikin û bi zordarîya xwe, bi zilma xwe, bi rêya alîkarên xwe, dagirkerîya xwe, zilm û zordarîya xwe li ser axa Kurd û Kurdistan hêsan dikin û dimeşînin.

Tirkan ji xwe re dîrokek xeyalî avakirine û bi vê dîrokê, mejî û ramanên kurdan, di xewnên nivco de fetisandine, ku bi hêsanî bigihên armancên xwe li ser axa Kurd û Kurdistan. Wêneya dîyarkirî û wêneya teslîmgirtina dîyarîyê du wêneyên ku hevdû temam dikin:

Yekem, daxwazên tirkan e ku, ew efendîyê axa Kurd û Kurdistan in. Bi destê Ata Türk ê wan çi hatibe kirin, çi anîbin serê kurdan, ji bona vê armancê ye. Werin li ser vê armancê ji kujerê xwe

hez bikin û bila wêneyê kujerê we li mala her yekî ji we hebe, ku hun her li henber wî stûxwar û melûl bin.

Wêneya merasima teslîmgirtina wêneya Ata Turk, wêneya Kurdên kujerhez bi xwe ye. Stûyên wan xwar, kenekî pîs, melûlîyek bêçar û çavên xayîn û hevşirîkî derdixe ber me. Ev wêne, yê şerê çekdarî ku di asta 35 salan de derxist qada Kurd û Kurdistan e.

Şehîdên Koçgirî, şehîdên berxwedana 25 û Şêx Seîdê Kal, Şehîdên Agirî û Zîlan, Şehîdên Dersim û heta îro ki di ber doza Kurd û Kurdistan de xwebexşin, digirîn û diqîrin.

Ka Kurd û Kurdistan?

Ev herdû wêneyên ku di yek wênayê de derketin ber me, wêneyê dejenerasyon, asîmîlasyon û entegrasyona ku li ser Bakurê Kurdistan dimeşi bi xwe ye.

Wêneyê pejirandina beşek ji kurda, ku soz dane wê ji bona vê armanca tirkan bixwebitin! Wê kurdan li derdorê xwe kom bikin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan û bi êş û ezîyeta kurdan, wê vê armanca kujerên xwe bînin cîh.

Ewên ku di ber vê armancê de lêdanê dixwin, tên girtin, tên kujtin, malên wan, gundên wan dişewitin û zarokên wan di şer de ne, divê li vê ktabloya merasima teslîmgirtina wêneyê Ata Türk baş binêrin.

Li rûçkê wenên derdorê tabloyê û yên rûniştî, li kenê wan baş binêrin. Rezaleta stratejîya „komara demokratîk“ bi xwe ye.

Rezaleta hezkirina kujerê we bi xwe ye..

03.09.2019

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum