Kobanî û Graham bi telefonê axivîn

Kobanî û Graham bi telefonê axivîn

Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham peywendîyeke telefonî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî encam da. Di wê peywendîyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham peywendîyeke telefonî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî encam da. Di wê peywendîyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

 

Lindsey Graham li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kir ku wî telefonî Mazlûm Kobanî kirîye û got, “General Mazlûm hewldanên rêveberîya Trump bo sekinandina şer bilind dinirxîne.”

 

Di wê peywendîya telefonî de Mazlûm Kobanî nîgeranîyên xwe derbarê berdewamnebûna agirbestê ji Graham re aşkere kir û amaje bi wê kir ku ti caran razî nabin bi wan pêşnîyazên li Enqerê hatine kirin ku arman jê paqijkirina etnîkî ya Kurdan e.

 

Lindsey Graham dibêje navçeya aram ji alîyê Kurdan ve hatîye qebûlkirin lêbelê dagirkerîya serbazî ku dibe sedema koçberbûna bi sedan hezar xelkê sivîl navçeya aram nîne û ‘paqijîya etnîkî’ ye.

 

Senatorê Komarî Graham herwiha gotîye, ‘hêvîdar im em bikarin rewşekê bibînin hemû alî tê de hebin’ û soz bi Mazlûm Kobanî daye ku pêdaçûna kongresê berdewm be û gotîye, “Em gelek hevsoz in li gel daxwazên Kurdan.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin