Aldar Xelîl: Agirbest, encama berxwedana me ye

Aldar Xelîl: Agirbest, encama berxwedana me ye

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl tekez kir ku êrişên li ser Serê Kanîyê berdewam dikin û dîyar kir, “Eger wiha berdewam bike em jî pabendî agirbestê nabin.”

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl tekez kir ku êrişên li ser Serê Kanîyê berdewam dikin û dîyar kir, “Eger wiha berdewam bike em jî pabendî agirbestê nabin.”

 

Aldar Xelîl derbarê agirbesta ku duh Amerîka û Tirkîyê aşkere kiribûn de ragihand ku ev 10 roj in berxwedaneke mezin li hember êrişên Tirkîyê pêk û dîyar kir, “Ev berxwedana rumetê bi piştevanîya dost û civaka navdewletî bû piştgirîyeke cidî bi şoreşa me. Ev nirxeke ku di encama berxwedanê de derketîye.”

 

Ew berpirsê TEV-DEMê ku ji malpereke nêzikî Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) re axivîye, dîyar dike, “Divê gelê vê yekê bizane, ev rêkeftineke agirbestê ya di navbera dewletên Amerîka û Tirkîyê de ye. Eger van hêzan biryara agirbestê dabin, ev encama berxwedana me ye. Eger şervan, gel û dostên me li ber xwe nedaban, gaveke wiha nedihat avêtin. Ev serkeftinek e lêbelê tenê gavek e û agirbest e.”

 

Derbarê naveroka rêkeftinê de jî Aldar Xelîl dîyar kir, “Dewleta Tirk dibêje, ‘navçeya aram’ Amerîka jî cuda dinixîne. Helbet em jî cuda dinirxînin. Em dê bi awayekî berfireh li gel Amerîkayê nîqaşan li ser vê mijarê bikin. ” Xelîl got jî ne dîyar e bê ka ew dever dê çawa bên birêvebirin û dê kîjan deveran li xwe bigire.

 

Aldar Xelîl ragihand ku wan her tim amadebûna xwe bo agirbest û rêkeftinê nîşan daye û lêbelê şert û mercên vê agirbestê hene û herwiha got, “Divê gelê me vê yekê baş bizane, em neçar in bê navber berdewamîyê bidin berxwedana xwe. Divê çalakî û piştevanîya dostên me berdewam bike. Me ewqas şehîd dan û ji bo xwedîderketina wan şehîdan pêwîst e em çalakîyan zêdetir bikin.”

 

Derbarê cîbicîbûna agirbestê de jî Aldar Xelîl got ku êrişên Tirkîyê bo ser Serê Kanîyê berdewam dikin û dîyar kir, “Tirkîye dixwaze dagirkerîya xwe berdewam bike. Agirbest jî ji neçarî qebûl kir, eger na naxwaze êrişan rawestîne.”

 

Berpirsê TEV-DEMê herwiha got ku wan pabendbûna xwe bo agirbestê aşkere kirine tekez kir, “Êrişên hov li ser Serê Kanîyê berdewam dikin. Eger wiha berdewam bike em jî pabendî agibestê nabin.”

 

Herwiha Aldar Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku civak û hêzên navdewletî cara yekem e ku li ser rewşa Kurdan bertekeke wiha tund didin û got ku divê ew helwest û çalakîyên xwe bihêztir bikin.

 

Derbarê rêkeftina HSD û Artêşa Sûriyê jî Aldar Xelîl destnîşan kir ku divê sînorên Sûrîyê ji alîyê artêşa Sûrîyê ve bên parastin û dupat kir ku ew li gel yekgirtina Sûrîyê ne.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin