Kim Jong biryara îdamkirina rêveberê partiya xwe da!

Kim Jong biryara îdamkirina rêveberê partiya xwe da!

.

A+A-

Serokê Koreya Bakûr Kim Jong Un, bi sedema ku fermana wî nekariye bicih werîne biryara îdamê bo rêveberekî partiya xwe da.

Li gorî zanyariyên ku nû derketine holê Adara sala borî Kim Jon Un ji bo xilaskirina înşaata nexweşxaneyekê ferman daye ku di nav 6 mehan de xilas bibe, lê rayedarê ku ferman daye wî nekariye di dema xwe de avakirina nexweşxanê xilas bike û ji ber wê jî hatiye îdamkirin.

Medya Îngilîzî belav kiriye ku Kim Jong çûye teftîşa nexweşxaneyê û dîtiye ku ne li gorî dilê wî hatiye avakirin û alavên nexweşxanê jî ji qalîteya nebaş ên Çînê ne û hêvîşikestî bûye.

Piştre jî ferman daye ku ew rayedarê partiyê yê ji wî karî berpirs were îdamkirin. Lê nehat zanîn bê ew kes hatiye îdamkirin yan na.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin