Kiliçdaroglu pêşniyara projeyeke hevbeş bi Sûriye, Iraq û Îranê re dike

Kiliçdaroglu pêşniyara projeyeke hevbeş bi Sûriye, Iraq û Îranê re dike

.

A+A-

Serokê CHPê û Namzedê Hevpeymaniya Millet ji bo postê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, siyaseta xwe ya derve eşkere dike û dibêje, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn wan biryar dane Rêkxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn ava bikin.

Kiliçdaroglu di bernameyekê fitarê de bal kişand li ser alozî û pirsgirêkên li navçeyê û ji bo serwerkirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan, banga civîna hevbeş li Sûriye, Îran û Îraqê kir.

Kiliçdaroglu got: “Me biryar da Rêkxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn ava bikin. Gelo çima em wekî Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraq nayên cem hev? Çima em beramber pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji hevûdu cuda difikirin? Pirsgirêk gelek bi ciwanî û başî dikare çareser bibin û em dikarin ji bo kêmkirina êşan hewlên taybet bidin.”

Projeya ku Kiliçdaroglu behsa wê dike, CHP wê ji sala 2018an ve tîne rojevê. Ev proje di nava armancên CHPê ya sedsala duyem de cih digre û CHP diyar dike ku heke ew bibin desthilat, ew ê vê projeyê cibicî bikin.

Dema navê van çar welatan di projeyekê de tê cem hev û proje biçe serî, pirsek peyda dibe, gelo dê çarenivîsa Kurdan tê de çi be? Her çend e Kiliçdaroglu projeya xwe, wekî projeyeke aştî û çareseriyê bi nav bike jî, heta niha ji bilî sozan tiştek zelal nekiriye, ma dê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ku pirsa hevbeş a Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îranê ye, dê çi gavên diyar bavêje.?

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin