Li Bexdayê di navbera MÎTê û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê de hevdîtin hat kirin

Li Bexdayê di navbera MÎTê û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê de hevdîtin hat kirin

.

A+A-

Şandeke payebilind a MÎT'ê li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê re hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ve hatiye weşandin, Qasim el-Eirecî Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê Qasim el-Eirecî duh li ofîsa xwe li Bexdayê pêşwazî li Alîkarê Serokê Giştî yê Istixbarata Neteweyî ya Tirkiyê MÎTê Mutlu Toka û şandeya pê re kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêşhatên li ser rewşa ewlehiyê li navçeyê, herwiha mijarên girêdayî ewlehiya her du welatan, çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de û nexşerêya kontrolkirina sînoran hatin nirxandin.

Hat destnîşankirin ku Alîkarê Serokê MÎT'ê Toka di hevdîtinê de bal kişandiye ser wê yekê ku serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa el-Sudanî ya di meha Adarê de bo Tirkiyeyê girîng û erênî bûye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku Enqere dixwaze di warên cuda de têkiliyên xwe bi Iraqê re pêş bixe.

Serdana Alîkarê Serokê MÎTê Mutlu Toka bo Bexdayê piştî wê yekê tê, ku Tirkiyê di rojên destpêka meha Nîsanê de sînorê xwe yê hewayî li ser Silêmaniyê girtibû û geştên esmanî yên balafirên xwe bo Balafirxaneya Silêmaniyê dabû rawestandin.

Di heman rojê de Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim el-Eirecî li Bexdayê ligel Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî jî hevdîtin pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, di wê hevdîtinê de tekezî li ser giringiya yekdengiyê di têkoşîna li dijî pirsgirêkên cîhanî hat kirin û hemû aliyên siyasî û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekez li ser giringiya parastina yekrêziya Iraqê kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku divê sînor bên kontrolkirin û li ser vê mijarê xebateke hevbeş bê kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin