Mustafa Kalpak

Mustafa Kalpak

Hemû nivîsên nivîskar >

Kîjan rê?

A+A-

 

1-Tirkiye ber bi rêya yekkirin û serkêşîya Îslamî ve diçe?

Plan B: Di bin serokatîya Tirkiyeyê de pêkvehatina şaristanîyeke Îslamî, daxwaz û îdealeke Îslamîya siyasî ya Tirkiyê ye. Ev daxwaz û damar berê jî hebû nuha jî heye. Ji bo îro yekitiyeke Îslamî bi rengekî çawa dê were avakirinê, tam ne zelal e. Avakirina yekîtiyên siyasî li ser esasên çanda olî (jeokultur) "nakokîyên di navbera şaristaniyan" de zêde dike û alozîyên mezin dikare derxîne. Erdogan, nuha fêhm dike ku şaristaniya îslamî ya ku di dilê wî de ye, ne mimkûne bê sazkirinê.

 

 2- "Yekîtiya Avrasyayê" ji bo Tirkiyeyê dikare bibe alternatîfa entegrasyonê?

Plan C: Heger Erdogan di lêgerîna "Avrasyanîzma Tirkî" de rêberiya bloka avakirina "Turk-î îslam-î (jeokultur) bike” û şaristanîyekê biafirîne, ew ê bi tevahî maceraperest be. Tirkiye dê bi Rûsya û Çînê re rûbirû bimîne.

 

3- Entegrasyona Yekîtiya Ewropa, Plana A  tenê alternatîfa Tirkiyê ye.

Erdogan heya nuha hem bi alî Rojava û hem jî bi alî Rojhilat de dilîze, di navbera wan de diçe û tê. Erdoganî bi vî awayî temenê xwe ya siyasî dirêj kirîye.  Cardin nikare siyasetek bi wî rengî bişopîne û bidomîne. Li ser rê û rêçên Tirkiyeyê divê biryara dawî bê gotin û gav bê avêtin.

Erdogan heger carek din ji bo serokatiyê were hilbijartin dê mecbur ba ya Tirkiye têke Yekîtiya Ewropa an ya jî hemû têkiliyên xwe bi Ewropa re qut bike.

Heger Erdogan ber bi Yekîtiya Ewropa ve biryarek bide, bê guman ez ne bawer im, ew ê ji bo Kurdan guhertinên radîkal bike.  Lêbelê, dibe ku ew vegere ser siyasetek nermtir û dibe ku dest pê bike "Tirkan ji bo kurdan îkna bike” û bi vî awayî Kurdan jî hinek razî bike. Ew jî wê bi saya zextên hêza nerm a Yekîtiya Ewropa be.

Heger Erdogan hemû têkiliyên xwe bi Ewropa re qut bike, wê hingê çîrokek nû hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo Kurdan dest pê bike.

Ji bo gelê Kurd û Tirk ya herî baş û bixêr; Tirkiye entegrasyona xwe bi Ewrûpa re çêbike. Ev rê ji bo Kurdan dirêj be lê wê kêmtir bi êş be.

Erdogan ji bo alternatîfa Yekîtiya Ewropî, qala nexşeya B û C dikir.  Em ê di demek nêz de bi zelalî fêr bibin ka vana santaj in an lêgerînên cidî ne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar