Kelhor baştirîn xelata mûzîka cîhanê wergirt: WOMEX

Kelhor baştirîn xelata mûzîka cîhanê wergirt: WOMEX

Hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEX wergirt.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Festîvala mûzîkî ya WOMEX, ku her sal li welatekî tê lidarxistin, îsal li Finlanda hat lidarxistin. Bi hezaran hunermendên navdar yên cîhanê beşdarî wê festîvalê dibin.

Di festîvalê de hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEX wergirt.

Malpera WOMEX ragihandîye, ji ber wê yekê xelata WOMEX dane Keyhan Kelhor çimkî ew di mûzîkê de hosta û jêhatî ye û her dem tiştên nû diafirîne.

Festîval û xelata WOMEX ji sala 1999 ve tê lidarxistin û dayîn.

Keyhan Kelhor sala 1963 li bajarokê Şahabad (navê wê yê niha Îslamabad) yê Kirmaşanê ji dayîk bûye. Di temenê 5 salîyê de dest bi karê mûzîkê kirîye.

Di dema şerê Îran û Iraqê de, topek li mala wan dikeve û tevahîya endamên malbata wî canê xwe ij dest didin, tenê ew dimîne!

Keyhan Kelhor, amûra kemançe lêdixe û ji bilî wê jî li tembûr, sêtar û şakemanê jî dixe.

Keyhan Kelhor heta niha gelek xelatên cur bi cur wergirtîye.


ekran-goruntusu-3531.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin