Keça Qazî Mihemed: Bavê min ji zarokên xwe zêdetir ji xelkê hez dikir

Keça Qazî Mihemed: Bavê min ji zarokên xwe zêdetir ji xelkê hez dikir

Em Heypeyvîna taybet a Rûdawê lî gel Keça Qazî Mihemed Munîre Qazî pêşkeşî we dikin…

A+A-

Keça Qazî Mihemed: Bavê min ji zarokên xwe zêdetir ji xelkê hez dikir

 

Navenda Nûçeyan

Munîre Qazî yek ji 7 keçên damezrênerê Komara Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed e. Munîre Qazî behsa jîyan, kar û xebatên Qazî Mihemed dike ku bavê 7 keç û kurekê bû.

Munîre Qazî ku ji bernameya ‘Pencemor’ a Rûdawê re axivî, dibêje bavê wê yek ji dilnermitirîn kesan bû û herwiha amaje bi wê dike ku bavê wê ji zarokên xwe zêdetir ji xelkê Kurdistanê hez dikir.

Munîre Qazî dibêje li Sablaxê hinek kesan ji bo darvekirina Qazî Mihemed îmze avêtin û dîyar dike ku lê malbata wê ew kes efû kirine û radigihîne, “Ji ber ku me dizanî wan jî ji tirsan îmze avêtibûn.”

Munîre Qazî bû mêvana bernameya ‘Pêncemorê’ û pirsên derbarê jiyan û karû xebatên Qazî Mihemed de bersivandin.

Rûdaw: Em ji malbata Qazî Mihemed dest pê bikin. Dayika wî hes bi wê kirîye ku kurê wê dê bibe kesayetekî girîng. Gotinên bi wî awayî hene, tu dikarî besh bikî?

Munîre Qazî: Dapîra min ji begzade bûn. Xanimeke hêja bû û bi navê Gewher Taç Xanim bang lê dihat kirin. Dema ku bavê min di zik de bû, di xewna xwe de dibîne ku heyv dikeve pêsîra wê û vê xewna xwe jî ji hevjînê xwe re, ango ji babîrê min re vedibêje. Bapîrê min jî vê xewnê ji derdora xwe re vedibêje û ew jî jê re dibêjin, “kurekî te dê çêbibe û ew zarok dê bibe kesekî bi navûdeng.”

Helwesta wî li hemberî we çawa bû?

Bavê min kesekî gelek dilovan bû û bi me hemûyan re eleqedar dibû û bi hemûyan re digihişt. Bo nimûne pora min gelek dirêj bû û dema ku min şeh dikir, ez aciz dibûm. Wê demê dihat li ser serê min radiwestîya û zûgotinok û çîrok digotin û bi wî awayî wisa dikir ku ez wê acizîya xwe jibîr bikim. Bavê min helbest fêrî me dikirin, Îngîlîzî fêrî me dikirin. Her sibehê bangî me dikir û kevçîyek rûnê masî bi me dida vexwarin û şekir didan her yek ji me. Tehma rûnê masî li xweşa me nediçû, lê ji bo ku em wan şikarin weribigirin me vedixwar. Ez ne di wê bawerîyê de me ku li cîhanekî kesekî bi qasî bavê min dilovan hebe. Lêbelê wî ji me zêdetir ji gelê Kurd hez dikir. Dema ku dayika jê dipirsî,  ‘Gelo ez çi ji van zarokan bikim?’ wî jî digot, ‘Ez ji bo zarokan li hember gelê xwe rûyê xwe reş nakim. Min sozek daye gelê xwe û di roja xweş de jî û nexweş de jî ez dê li gel wan bim.”

Wê demê zarokên keç û kur di hemna dibistanê de dixwendin?

Na, ji hev cuda bûn. Ji bo kuran yekem dibistan bapîrê min Sefyî Qazî vekirîbû. Bavê min jî ji bo zarokên keç dibistanek vekir. Ew li Mehabadê Rêveberê Çand û Sicîlê bû.

Peywendîyên Qazî Mihemed li gel wan alîyên ne misilman çawa bûn?

Peywendîyên bavê min li gel wan alîyên ne misilman jî gelek baş bûn. Wan di cejnan de bo me xwarin dişandin. Dayika min hinekê hesas bû û ji me re digot ‘wan xwarinan nexwin’. Lê bavê min digot, ‘Tu çawa ji wan re dibêje nexwin? Ew kes ji me paqijtir in.’ Alimên ji olên din, li dadgehê gelek dihatin serdana bavê min, gelek rêz jê re digirtin.

Bavê we bi kîjan cil û bergan diçû dadgehê?

Bi wan cil û bergên melayetîyê diçû. Tenê roja ragihandina Komara Kurdistanê, bi cil û bergên leşkerî yên Kurdî li xwe kiribûn.

Ew roja ragihandina Komara Kurdistanê li bîra we ye?

Belê, gelek baş li bîra min e. Naverasta zivistanê bû. Hewa gelek xweş bû, hewayê cejnê hebû. Xelkê govend girêdabû, dahol û zirneyan lê dida. Em li dibistanê bûn. Ji ber ku em keçên Pêşawa bûn em nîşan didan lêbelê bavê min ji cudakirina me ji xwendekarên din gelek aciz dibû.

Ew roja ku Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand, rojeke asayî bû?

Na, rojeke gelek cuda bû û gelek mêvan hebûn. Berî wê jî gelek mêvan bo me dihatin, ji ber ku li bajar hotelek tune bû û kesên ku dihatin Mehabadê dihatin mala me. Mala me gelek mezin bû, sê kolan tijî dikir.

Dema ku Komara Kurdistanê hat ragihandin, ji Başurê Kurdistanê jî xelk hatibûn.  Ev tê bîra te?

Belê, yek ji wan kesên ku hatibû, Misefa Xoşnaw bû, li gel 4 keçên xwe hatibû. Keça wî ya temenê wê navincî hat li hember bavê min helbestek xwend. Bavê min jî temançeyek dîyarî Mistefa Xoşnaw kir.

Gelo hatina Barzanîyan li bîra te ye?

Bavê ji bo pêşwazîkirina Mele Mistefa Barzanî çûbû derveyî bajêr, ji wan kesên ku hatibûn re xanî hatin pêşkêşkirin. Du malbatên ji Barzanîyan jî li gel malbata me diman. Baş tê bîra min, navê yek ji wan xanimên ku li mala me dima, Xatîce bû. Rojekê got, ‘Xwezî ez bi pêlavên Qazî Mihemed biçûma çeşmê.’ Dema ku bavê jî ev bihîst, pêlavên ji lingê xwe derxist û dan wê. Her kes bi hatina wan gelek kêfxweş bûbû.

Peywendîyên Qazî Mihemed li gel cîranan çawa bûn?

Li taxa me zarokan bi şev lîstina, ‘Mîr Mîranê’ dilîztin. Zarokê ku Mîr bû, ferman dida zarokên din û ew zarokên din jî neçar bûn ku wan fermanan bicih bikin. Rojekê yek ji wan zarokên Mîr, ferman dabû zarokan ku biçin Qazî Mihemed bînin. Dema ku zarokan li derîyê me dan û ev yek ji bavê min re gotin, wî jî zarok neşikandin û rabû çû cem wan. Peywendîya bavê min li gel xelkê taxê wiha bû.

Çima ji Elî Qazîyê birayê te re digotin, ‘Elîyê Reş’?

Navê bapîrê min li birayê min kiribûn. Edet wiha bûn, kê navê kesekî din wergirtiba navekî din jî li wî dihat kirin. Navê kurê min Mihemed Seyidxan bû, me ji wî re digot aga. Lê bavê min li dij wê bû ku bi navên weke axa, beg û xanim bang li me bê kirin. Digot em hemû weke hev in. Dixwast bi navên me bang li me bê kirin. Ji ber ku çav û birûyên birayê min reş bûn, ji wî re digotin, ‘Kurê Reş’.

Qazî Mihemed herî zêde ji kîjan xwarînan hez dikir?

Me ji bo tevahîya endamên malbat û mirovên xwe sifreyek amade dikir û em hemû bi hev re dirûniştin ser sifreyê. Bavê min her tim xwarim kêm dixwar, nedixwest zikmezin be. Lewma piranî caran xwarinên sivik dixwar. Heta ku gelek caran taştê jî nedixwar.

Dema bû serokomar helwestên wî hatin guhertin?

Na, nehat guher, lê li gor berê birehmtir bû. Wî digot “Niha berpirsiyarîya min zêdetir bû. Divê ez zêdetir guhdarîya xelkê bikim.” Ew her tim dixebitî û di nav gelê xwe de bû.

Di navbera Qazî Mihemed û xwendinê çawa bû?

Bavê min pirtûkxaneyeke mezin hebû. Wî her tim pirtûk dixwend û her tim pirtûk ligel hebûn. Wî hinek pirtûk neqedandin. Hinek caran ji Amerîkayê ji bo bavê min kovar dihatin. Dayîka min hersal pirtûkên wî yek bi yek ji tozê paqij dikirin. Dema Selah Aştî hat mala me, birayê min xwest van kitêban bide Serok Mesûd Barzanî.

Wî kîjan ziman dizanî û kîjan pirtûk dixwendin?

Peşewa heft ziman dizanî. Wî Rûsî, Îngilîzî û Fransî weke zîmanê zikmakî dizanî.

Wî dema biryar dida, nêrîna dayîka we jî werdigirt?

Erê, bêguman nêrîna dayîka me jî distand. Ez ji zarokên xwe re jî behsa vê mijarê dikim. Bavê min her tim rêz ji nêrînên dayîka me digirt û pirsa xwe ji wê dikir. Dayîka me jineke biaqil û jîr bû. Dayîka min bi navê Yayan partîyeke jinan jî ava kiribû.

Ew partî mehelî bû yan jî mezin bû?

Partî mezin bû û piranîya jinên malan ligel partîyê bûn. Tevahîya dewlemendên Sablaxê endamên partîyê bûn. Rojekê gotin ku pêwîstî û kêmasîyên Pêşmerge hene. Dayîka min guharên xwe bo Pêşmerge bexşand. Jinên din zêrên xwe dan.

Bavê we herî zêde serdana ku derê dikir?

Bavê herî zêde diçû Tehran û Bakûyê. Li Bakûyê ligel berpirsan hevdîtin dikir. Wam digot dive Mehabad bibe beşeke ji Azerbaycanê. Bavê min li wê derê nerazîbûna xwe nîşan daye û destê xwe li maseyê daye û gotîye “eger em xizmetê bikin em dê bibin xizmetkarê birya mezin (Tehran), em nabîn xizmetkara xwîşka biçûk. Lê divê Kurd bibin serbixwe.”

Piştî Komar hat ragihandin, ji Iranê şand hatin?

Na, nehatin. Di şerê Saqizê de Mele Mistefa Barzanî û Heme Huseyînxandîl hatibûn girtin. Digotin “binêrîn kesên dîl xwedî dikin.” Bavê min jî got “ew dîl in, divê bi çavên birayetîyê li kesên dîl binêrin.” Te gotin ku fermander Humayun bidizî weke qendîlfiroş hatiye mala me. Dihat gotin dema artêş vegerîyaye leşkerên Îranê dest bi kuştina kesên sivîl kiriye û zêdeyî 25 kesan kuştine. Bavê min ji bo sivîl zêdetir neyên kuştin çûye li ber lingê wî. Piştre bavê min ên din digiririn û zîndanî dikin. Piştre ji birine baregeha artêşê.

Bo heyama çend rojan di zîndanê de ma?

Nêzîkî 4 mehan di zîndanê de ma.

Hûn diçûn hevdîtina wî?

Destûr nedidan em wî bibînin. Ew dihatin xwarin ji bo bavê min dibirin. Leşker û fermanbaran jî ji xwarina bavê min dixwarin. Ez carekê çûm ba wî. Ew kesekî gelek dilovan bû, li erdê xwe dirêj kiribû û di bin deriyê hesin re temaşeyê min dikir. Navê kesê nobedar, Sulucu bû, ji ber ku dilê wî jî dişewîtî destûr da me ku em hevdîtinê bikin.

Tu çiqas li wê derê mayî? Qazî Mihemed ji te re çi got?

Ez li wê derê derdora 10 xulakan de mam. Ji min re got ku “ji dayîka xwe re bibêje bila pora te şeh bike.” Xwîşka min Îffet porxelek bû. Nûçeyên di radyoyê de guhdar dikir di  nava pora xwe de diveşart û ji bo bavê min dibir.

Li girtîgehê kê lêpirsîn dikir?

Ji Tehranê hinek kes hatibûn, ew zilamên şah bûn. Bavê min ji ber ku kesekî ji wan sivîkatî bi Kurd û Ala Kurdistanê kiribû, bi kursî êrişî wî kiribû. Parêzerek bi navê Şervan Şerîfî hebû, hevjîna wî Acem bû. Ew qasî kêfa wî ji bavê min re dihat ku heta wî dest ji artêşê berdabû.

Baş e, helwesta wezîr û gelê li Sablaxê çawa bû? Ji bo azadkirina wî tiştek nekirin?

Na. Dayîka min carke got ku “keça min, me kesên ku ji bo bidarvekirina Qazî Mihemed îmze dane jî efû kirin. Çimkî em dizanin ku wan jî ji tirsa îmze avêtine.” Bi tenê çend kesan nivîsa ji alîyê hikûmeta Tehranê ve hatibû amadekirin îmze nekiribûn. Wan gotibû eger ew îmze bikin dê ji îmanê derbikevin.

Dayîka te pereyê wê yê dawîyê jî daye Mele Mistefa Barzanî. Ev yek tê bîra te?

Dema Barzanî çûn em ji wan re nan û xwarin amade kir. Kêfa Mele Mistefa Barzanî gelek pê hat. Lewma ji bo xatir xwestina hat bav dayîka min û spasîya dayîka min kir. Dayîka min ji wî re got “Rêya we dûr û dirêj e, kes dê newêre alîkarîya we bike, vê xwarinê ligel xwe bibin.” Li mala me 300 tumen hebû. Dayîka min ji dapîra min re got “em vî pereyê bo xizmeta Mele Mistefa Barzanî bidin.” Ev roj baş tê bîra min. Ev gelek ciwan xuya dibû. Wî digot “heyf dê Qazî Mihemed bi destê Eceman îdam bikin.” Pereyê me nema. Dayîka min xwest ji bo bavê min parêzerekî bigire lê pereyê me nemabû. Ew çû ji dewlemendên Mehabadê alîkarî xwest, lê alîkarîya wê nekirin. Ji dayîka min re gotin ku “em naxwazin bêne şewitandin.” Dayîka bi neçarî çû ba Yahudîyan. Zêre xwe danî ba dayîka Nîsan û 7 hezar tumen wergirt. Piştî bavê min hat şehîdkirin gelek kesan alîkarîya me kir. Bi taybetî xort di her karî de ji me re bûn alîkar.

Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî herî dawîyê li kuderê hevdu dîtin û behsa çi kirin?

Jixwe Mele Mistefa Barzanî behsa vê yekê kirîye. Wî ji bavê min re gotîye “were em bi hev re herin”, lê bavê min gotîye “hûn herin, ez dê gelê xwe bi tenê nahêlim.”

We çawa zanî Qazî Miheme hatiye bidarvekirin, xelkê çi kir?

Mi mala me kesekî bi navê Haşîm hebû dixebitî. Parêzerê bavê min hat ji wî xwest ku zarokan bibe mala dapîra min. Mala dapîra min li meydana Çarçirayê bû. Wî hemû zarok şandin û tenê ez mam. Min dît ku li Meydana Çarçirayê amadekarîyê bidarvekirinê dikin, lê min tam fêm nekir mesele çi ye. Dapîra min li xwe dida û dipirsî “ev amadekarîyên axayê min e?” Piştre leşkerên hatin dapîr û xalê min dehf dan û ew ji wê derê dûr xistin. Min dengê bavê xwe bihîst. Tê bîra min wî wiha got: “Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê jidayîk bibin.” Bavê min du caran benê xwe qetand û herdu caran jî li fermandeyê mangaya îdamê xistîye. Piştre tevahîya cîhanê ji bo me girî.

Cenaze çiqasê li meydanê man?

Zû birin mizgeftê û piştre li goristanê veşartin.

Xelk beşdarî merasîma veşartina cenazeyan birin?

Belê beşdarî merasîmê birin, bi taybetî xelkê hejar bû. Dewlemend ditirsîyan.

Kelûpelên Qazî Mihemed hêj dimînin?

Belê dimînin. Hero Xan ( hevjîna Celal Telabanî) xwestibû û niha li muzexaneyê ne. Dayîka min tevahîya kelûpelên wî veşartin, ew heta niha jî têne parastin. Eger muzexaneyeke mezin were avakirin em dê tevahîya kelûpelên wî li wê derê bibînin.

Destnivîsên wî dimînin?

Belê dest nivîsên wî dimînin. Wî sê pirtûk nivîsandibûn. Dr. Qasimlo ew pirtûk wergirtin. Dayîka min 6 mehan Dr. Ebdurahman Qasimlo li mala me veşart. Dema ji bo girtina wî hatin mala me, dayîka min ew poşman kirin. Dr. Qasimlo jî di bîranînên xwe de dibêje “Ez ji Partîya Tudeyê bûm, lê ez li mala Qazî Mihemed bûm Demokrat.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin