Kazimî: Grubên çekdar bi awayekî metirsîdar destûr binpê kirine   

Kazimî: Grubên çekdar bi awayekî metirsîdar destûr binpê kirine  

.

A+A-

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşên milîsên Heşdî Şabî li herêma Kesk û belavbûna milîsên Heşdî Şabî li kolanên Bexdayê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn milîsên Heşdî Şabî bi awayekî metirsîdar destûr binpê kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Serbazî yên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya bi demekê di daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de da zanîn îro hêzeke emnî taybet, bi fermanî fermandarê giştî hêzen çekdarên Iraqê biryara desteserkirinê ji bo tohmetbarekî cîbecî kiriye û tohmetbar ji ber maddeya 4 a terorê doz li ser hatiye vekirin.

Herwiha ji bo wê mebestê lîjneyek hatiye pêkanîn. Herwiha Mistefa Kazimî derbarê êrîşa Heşdî Şabî ji bo herêma kesk û belavbûna wan li kolanên Bexdayê jî dibêje milîsên Heşdî Şabî bi awayekî metirsîdar destûr binpê kirine. Kazimî dibeje derbarê her tevgereke dijî destûrê wê lêkolîn werekirin û wê ew kesên beşdar in di wan kiryaran de werin dadgehîkirin. ,

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hatiye desteserkirin, ku li ser fermana dadgehê û li gor yasaya rûbirûbûna terorê hatiye desteserkirin.

Herwiha li gor heman çavkaniyê hejmarek zîrevanên wî jî li gel hatine girtin û sedemê girtinê jî ji ber ku gelek dosya li ser wî hene, ku bi taybet jî dosyayê girêdayî bi samanên giştî ne.

Çavkaniyekî ji Heşdî Şeibî ji ragehandibû ku Qasim Muslih bi fermana serokê lijneya nehiştina gendeliyê Ferîq Ehmed Ebu Rexîf ve hatiye girtin, sedem jî ji ber rijdbûye li ser rêneaana hatina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ve bo nav axa Iraqê ye.

Qasim Muslih fermandarê operasyonên Enbar ê Heşdî Şeibî ye, yek ji fermandarên Heşdî Şeibî yê herî nêzîk Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin