TKDF: Meha nîsanê 40 jin hatin kuştin

TKDF: Meha nîsanê 40 jin hatin kuştin

.

A+A-

Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeye meha nîsana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) rapora xwe ya bi navê “Kuştina Jinan a Nîsana 2025an” belav kir.

Li gorî raporê di navbera 1ê û 30ê Nîsana 2025an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 8 ji wan wekî mirina bi guman hatine qeydkirin.

Di raporê de amaje bi wê yekê tê kirin ku jin ji aliyê “mêrên herî nêzîkî wan” ve hatine kuştin.

Li gorî raporê 14 jin ji aliyê endamên malbatê, 8 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê an jî yê ku li ber cudabûnê ve, 4 jin ji aliyê xoşewîstê xwe ve, 3 jin  ji aliyê mêrê ku hatiye redkirin ve û jinek jî ji aliyê kesekî ku nas dikir ve hatiye kuştin.

Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin jî ragihandibû ku meha Nîsanê 29 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 14 jinan jî bi guman e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin