Etarê nivîskar bi mirina pismamê xwe re dest pê kir: 7 pirtûkên Kurdî nivîsîne

Etarê nivîskar bi mirina pismamê xwe re dest pê kir: 7 pirtûkên Kurdî nivîsîne

.

A+A-

 Etarê nivîskar Çetîn Lodî yê bi mirina pismamê xwe re dest bi nivîsînê kir heta niha 7 pirtûkên Kurdî nivîsîne.

Çetîn Lodî ji gundê Lodê yê navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Dema Ew 12 salî bûye malbata wî koçî Êlihê kiriye û bi bavê xwe re li kuçê û kolanên Êlihê etarîtî ango çerçîtî kiriye.

Di wan salan de mereqa Çetîn Lodî ango etarê nivîskar ji edebiyatê re çêbûye.

Wî hem etarîtî hem jî nivîskariyê bi hevra meşandî ne. Etarê nivîskar heta niha 7 pirtûkên Kurdî nivîsîne û ji aliyê weşanên 'Na'yê ve hatine çapkirin.

Navê yek ji pirtûka wî jî ETAR e ku wî jiyan û çîrokên balkêş ên 150 muşteriyên xwe nivîsîne.

Ev etarê ji bo firotina fel û firaqan bang li gundiyan dike etarê nivîskar yê Kurd Çetîn Lodî ye

Çîroka etarîtî ango çerçîtiya wî di 12 saliya wî  de dema ji gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêertê  koçberî Batmanê bûne dest pê kiriye.

"Ji Êlihê heta heta serhedê tu gund û sikak nemane ku ez lê negeriyabim"

Etarê Nivîskar Çetîn Lodî li ser destpêkirina karê xwe yê etariyê got, "Serê ewil min û bavê xwe me bi tableyê digerand.

Dû ra carna bavê min îstirehet dikir îca van teştên sor me mandal û tişt dixistinê li taxan digerand û diforitin.

Paşê ew erebokên yek teker me bi wan difirot. Niha em bi haparlor bang dikin wê çaxê me bi deng bang dikir.

Îca bavê min şerm dikir bang bike ji min re digot tu bang bike, wî guhê min diquricand ji bo ku denge min zêde derkeve.

Hînga sere ewil me tursîl, mîntaq, dermanê firaqan, kibrît difrotin. Ji Êlihê heta Cizirî, ji wir heta serhedê tu gund û sikak nemane ku ez lê negeriyabim."

Ji ber kare etarîtiyê û gerokbûna li gund û navçeyên Êlihê û şahidiya wî ya li êş û elemên civaka Kurd derî li rêwîtiyek dirêj ya ji bo edebiyata Kurdî li Çetîn Lodî vekiriye ku ji wê rojê heta îro ye jî ew berdewam hem etarîtî dike hem jî dinivîse.

Bi mirina pismamê xwe re dest bi helbestan kir

Çetîn Lodî li ser nivîsandina helbest û romanan wiha anî zimên:

"Dema ez 14 salî bûm, kurapê min salekê ji min mezintir bû. Wî di sala 92yan de pêl li mayînê kir jiyana xwe ji dest da.

Em du saetan li perçeyên dest û piyên wî geriyan nedîtin. Îca bi wê êş û elemê min helbest nivîsand.

Piştî salan min dît ku helbest tenê têr nake ku êş û elemê xwe bêjim vê carê min dest bi romanê kir.

Dema ku min etarîtî dikir min dît ku êş û elemê vî gelê vê civakê zehf in îca me dest bi wî kir. Nivîskariya min jî bi vî şiklî bû.

Min di deftera deynan a musteriyan de dinivîsand dema ez êvarê dihatim malê min li malê sererast dikir."

Bi saya etarîtiyê 7 pirtûk nivîsandin

Etarê nivîskar dibêje xewna wî tenê nivîskariya Kurdî bû.

Ji ber vê yekê ew li Kurdî-Derê fêrî nivîsandina Kurdî bûye ku bi wê xîreta xwe jî wî heta niha 7 pirtûkên Kurdî nivîsandine û 4 pirtûkên wî jî li ber çapê ne.

Çetîn Lodî Etarê Nivîskar da zanîn ku wî bi saya etarîtiyê 7 pirtûk nivîsandine û wiha pê de çû:

"Heta vêga 7 pirtûkên min derketine. 3 ji wan helbest,1 roman, 2 heb jî meseleyên nav gel de ê din jî gotinên pêşiyan, mamik, kurteçîrok,pêkenok û tiştên bi wî awayî ne

Yanî ez li xwe mikur werim heke ez etar nebûma di şûna 7 pirtûkan de pirtûkek encax derketiba.

Yanî wekî nivîskarekî bêjim heta nefesa dawiyê min dixwest etar bim lewra etarîtî wekê romanek bêdawî ye.

Yanî etarîtiyê bandorek wisa li min kiriye ku navê yek ji pirtûkên min etar e ku tê de min jiyan û çîrokên 150 muşteriyên xwe nivisiye."

Etarê nivîskar Çetîn Lodî bi etarîtiyê li rê û dirban ji emre xwe 33 sal xerc kirine û êdî westiya ye.

Ji ber wê jî wî niha li Êlihê dikanek vekiriye û ew êdî hêdî hêdî haziriya xatirxwestina ji sûk û kolanan û etarîtiyê dike ku tenê xwe bide nivîskariya Kurdî.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin