
MÊRDÎN - Şêniyên gundê Zeytûnayê li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê derdikevin
.
Şêniyên gundê Zeytûnayê yê navçeya Rişmilê ya Mêrdînê li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê derketin.
Welatiyên ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê derketin, li pêşiya otomobîlên kar çalakiya rûniştinê li dar xist û ew dan sekinandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Şaredariya Rişmilê ya Mêrdînê ku di destê AK Partiyê de dixwaze li gundê Zeytûnayê projeya Santrala Enerjiya Rojê bixe meriyetê.
Şêniyên gund ji projeyê ne razî ne û li dijî projeyê derdikevin.
Welatiyên ku li pêşiya otomobîlên kar çalakiya rûniştinê li dar xist, destûr neda ku xebat bên destpêkirin.
Cendirmeyên ku çûn cihê çalakiyê nehişt ku şêniyên gund derbasî herêma ku xebat dê lê were destpêkirin bibin.
Li qada ku gelek caran rageşî lê derdikeve şêniyên gund li pêşiya otomobîlên kar rûniştin.
Welatiyê bi navê Mehmet Salîh Akan da zanîn ku qada çêrgehê dewrî xezîneyê hatiye kirin û got:
“Tevahiya şêniyên gund karê ajeldariyê dikin. Rêya me digirin û karê me tune dikin.
Hem em hem jî ajelên me mexdûr dibin.
Dê temamiya qadê bigirin û santralê ava bikin. Em dixwazin ev proje were betalkirin.
Cihekî ku em pezê xwe lê biçêrînin nemaye. Nêzîkî 15-20 hezar pezê me heye.
Tev li vir diçêrin, heger ev santral were avakirin, wê demê em dê pezê xwe li ku biçêrînin?”
Zînê Ozengînê jî da zanîn ku derdora gundê wan kiriye sîteya pîşesaziyê û anî ziman:
“Gilêşa bajêr anîn vê derê, pîşesaziya organîze jî anîn. Ev çi ji me dixwazin?”
Şêniyên gund bi dirûşmên “Em betonê naxwazin” û “Îstifa bike serok” çalakiya xwe domand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin