
Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî
.
Di roja Şemî, 10'ê Gulanê 2025'an de dê suhbetek bi navê "ÇÎROKA JIYANA MIN" bi birêz Emîn Narozî re were lidarxistin.
Ev suhbeta ku bi xêr bên bo dîdar û hevdîtina digel nivîskar û wergêr Emîn Narozî wê di saet 14:00'an de dest pê bike.
Çalakî li Kitêbxaneya Kurdî ya li navnîşana Gustavslundsvägen 170, Alvik dê pêk were.
Ev bername ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî ve tê amadekirin û bi piştgiriya Rêveberiya Çandê ya Bajarê Stockholmê (Med stöd från Stockholms stads kulturförvaltning) tê organîzekirin.
Birêz Emîn Narozî, yek ji nivîskar û wergêrên naskirî yên edebiyata kurdî ye û di vê suhbetê de dê derbarê çîroka jiyana xwe de axaftinê bike.
Ji bo hemû hezkiriyên edebiyat û çanda kurdî re ev çalakî dê bibe firsendeke giranbiha ji bo nasîna bêhtir a jiyan û berhemên vî nivîskarê hêja.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin