Karwaneke mezin a leşkerî ya Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Karwaneke mezin a leşkerî ya Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Karwaneke leşkerî ya Amerîkayê êvara îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û gihîşte bajarê Qamişloyê û biryar e ber bi Dêre Zor, Şedadê û Qesrokê ve here.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Karwana leşkerî ya Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û karwaneke mezin e û ji nêzîkî 100 otomobîên barhilgir pêk tê.

Karwana serbazî ya Amerîkayê alîkarî û pêdawîstîyên lojestîk û leşkerî, herwiha tank û zirêpoşan li xwe digire.

Beşek ji wê karwana leşkerî ya Amerîkayê ber bi navçeya Qesrok a nêzîkî Til Temir ve diçe, lê beşa din ber bi Dêre Zor û Şedadê ve diçe.

Artêşa Amerîkayê di van demên dawî de hewl dide, pêgeha xwe ya serbazî li Rojavayê Kurdistanê, ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişîna hêzên wî welatî li Sûrîyê lawaz bûye, bihêztir bike.

Her di vê çarçoveyê de Amerîka hêzên xwe li derdora bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê û Dêre Zorê belav dike û binkeyên nû ava dike.

 Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin