Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên Îranê dikin

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên Îranê dikin

Navenda Alîkarîyê ya Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên parlamentoya Îranê kirin û ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê xwastin, ku beşdarî di hilbijartinên vê carê de nekin û deng nedin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda Alîkarîya Partîyên Kurdistana Îranê, ku ji herdu alîyên demokrat, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û du alîyên Komele, Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgêr pêk tê, di daxuyanîyekê de helwesta xwe derbarê hilbijartinên parlemanî yên Îranê de aşkere kir.

Di daxuyanîya xwe de, Navenda Alîkarîya Partîyên Kurdistana Îranê dibêje, “parlamentoya Îranê ti deman nekarîye di pirsên giring ên wî welatî de biryarder be û wek organekî serekî yê wê desthilata serkotker rola wê hebûye.”

Herwiha di daxuyanîyê de tê gotin: “Komara Îslamî tevî encamdana mezintirîn tawanan di derheqê xelkê serhildayî de, dixwaze ji bo rêkxistina şanoya hilbijartinê û anîna xelkê bo ser sindoqên dengdanê, li ber çavê civaka navdewletî îmajeke baş ji xwe re berdest bike.”

Navenda Alîkarîya Partîyên Kurdistana Îranê dîyar dike, ku wan biryar daye “bi awayekî çalak hilbijartinan baykot bikin” û tekez dike, ew di wê bawerîyê de ne ku “di wê rewşa niha ya Îranê û Kurdistanê de, her kes xwe di vê hilbijartinê de berbijêr bike yan biçe ser sindoqên dengdanê, rasterast xizmeta rewatîdana bi tawanên Komara Îslamî dike.”

Ew navend herwiha daxwaz ji tevahîya xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike, ku tevlî baykotê bibin û neçin ser sindoqên dengdanê.

Biryar e xûla yazdehem a hilbijartinên parlamentoya Îranê di 21-2-2019 de bê lidarxistin. Wezareta Navxwe ya Îranê jî ragihandîye, ew pêşbînî dikin ku rêjeya beşdarîya xelkê di hilbijartinên vê carê de dakeve.

Yek ji egerên ku dibe ku bibe sedema kêmbûna rêjeya beşdarîya xelkê Îranê di hilbijartinên wî welatî de, şêweya gelek tundûtîj a hêzên ewlehîyê yên wî welatî li hember xwepêşandanên meha bihorî ya ji ber girankirina 3 beramberî ya benzînê ye.

Piştî ku hikûmeta Îranê di nîveşeva 15ê Cotmehê de biryara girankirina 3 beramberî ya benzî da, li zêdetir ji 120 bajarên seranserê Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê çê bûn, lê hêzên hikûmetê bi tundî êrîşî xwepêşanderan kirin û li gor Rêxistina Lêborîna Navdewletî herî kêm 350 xwepêşander hatin kuştin.

Lê belê çalakvan û opozisyona Îranê ya li derveyî welat dibêjin, hejmara kuştîyên di wan xwepêşandanan de gelek zêdetir e, lê hikûmeta Îranê heta niha bi fermî ti zanyarî derbarê hejmara, kuştî, birîndar û girtîyên xwepêşandanan de belav nekirîye.

Li alîyekê din, Ajnasa Ruetersê berî hefteyekê ji çar çavkanîyên nêzîk ji ofîsa Rêberê Îranê ve ragihand, ku di xwepêşandanan de 1500 kes hatine kuştin, ku 17 ji wan zarok û 400 kes jî jin in

 Nerina Azad

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin