Kadrî Esen: Dixwazin rojnamegeriya kurdî bidin seknandin

Kadrî Esen: Dixwazin rojnamegeriya kurdî bidin seknandin

.

A+A-

Bêrîvan Kayi

Kadrî Esen derbarê desteserkirina rojnameya Xwebûnê de axivî: “Îro çawa 16 hevalên me yê rojnameger girtin û bi mehane nikarin wan bi tu tiştî sucdar bikin, heman tişt ji bo Xwebûnê jî derbasdar e."

 Çewisandin, tunehesibandin û zextên li ser rojnamegeriya kurdî didomin. Di 17 îlonê de polîsan li otogara Amedê dest danîn ser 100 rojnameyên hejmara 144emîn a Xwebûnê ku wê biçûna Mêrsinê. Di 18ê îlonê de jî careke din dixwazin hejmarên diçin Semsûrê jî desteser bikin. Lê ji ber ku rojnameyên Semsûrê derketibûn polîs li ajokar geriya û xwest ku çûna rojnameyên vir jî asteng bike. Der barê desteserkirina rojnameya Xwebûnê û zextên li ser rojnamegerên kurd em bi xwediyê İmtiyaza Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen re axivîn.

Di 17ê îlonê de li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144emîn a rojnameya Xwebûnê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Sedema vê desteserkirina rojnameya kurdî çi bû?

Di 17-18 îlonê de polîs çûne otogara Amedê û pirsa rojnamê kirine. Di 17ê îlonê de dest datînin ser 100 heb rojnameyên ji hejmara 144emîn yê ku dê biçûna Mêrsînê, roja din jî dîsa çûna otogarê û di kamerayan de meyze kirine ku rojname diçin Semsûrê, xwestine wan jî asteng bikin. Lê ji ber ku rojname gihaştin Semsûrê êdî nikarîbûn asteng bikin. Tenê li ajokar digerin û hin pirsan jê dikin. Yanî bi vê yekê jî dixwazin ku tirsekî li ser kesên xizmeta rojnameya kurdî ya Xwebûnê dikin, ava bikin. Heta niha jî der barê desteserkirina rojnameya me de ji me re, ji saziyê re tu sedem nehatiye ragihandin. Ji parêzerê me jî nehatiye ragihandin. Lê em baş dizanin ku sedema bingehîn a vê tiştê derxistina rojnameya kurdî ye. Dixwazin pêşiya xebatên rojnamegeriya kurdî bigrin.

Rojnameya Xwebûnê ev nêzî 3 salane ku di nav şert û mercên giran ên asîmîlasyonê de, li dijî polÎtîkayên tunekirinê weşana xwe didomîne. Gelo ev desteserkirina li ser yekane rojnameya kurdî ne berdewama heman polîtîkayê ye?

Bêguman îro tişta ku niha li Xwebûnê tê kirin berdewama polîtîkayên bişaftinê yê sedsal berê ye. Îro li Bakûrê Kurdistanê rojnameyeke kurdî tê asatengkirin lê ev polîtîka ne polîtîkayeke rojane ya ku tenê li ser rojnameyeke bi kurdî tê meşandin û niha berdewam dike. Ev yek hertim berdewam dike. Polîtîkayeke dewletê heye ew jî li gor bingeha ku dewlet li serê hatiye avakirinê tê meşandin. Tê zanîn ku ev bingeh bi destpêka komarê ya ku li ser tekperestiya yek ziman-yek nijad-yek olî hatiye avakirin. Bêguman li gor vê bingehê dixwazin teşe bidin xebatên rojnamegeriya bi kurdî. Em wek rojnamegerên çapemeniya azad jixwe em li dijî vê hişmendiya tekperest in û kar û xebatên xwe demeşînin. Ji roja me Xwebûn derxistiye jî em xebatên xwe bi vî awayî didomînin. Ev mijar hinekî wek meselaya kanî û pûngê ye; ku gotineke kurdan heye dibêje kanî ji pûngê acize lê pûng di kaniyê de şîn dide. Ya me jî hinekî ew meseleye ku dewleteke ku li ser tekperestiyê hatiye avakirin dibêje ku tenê li ser vê axê tirk hene, tirk dijîn û ev der xaka Tirkiyê ye. Yanî dibêjin kanî ev e û bila pûng hêşîn neyê. Dixwazin ku ji binî ve zimanê kurdî ango zimanê çapemeniya kurdî ji holê rakin, de ku kurd bi zimanê xwe nizanî bin, bi zimanê xwe nebin xwedî agahî. Ew çiqas ji van kar û xebatên me aciz bin emê jî paş de gav neavêjin û di rojnamegeriya kurdî de bi israr bin. Ew ji rojnameya kurdî aciz in, emê jî wek pûngê hertim şîn bidin. Emê wek rojnameyeke bi kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê jî bi nivîs, nûçe û manşetên xwe bidomînin.

Niha ji aliyekî ve em di salvegera qetilkirina Apê Mûsa (Mûsa Anter) de li cihê lê hatî qetilkirin wî bibîrtînin; li aliyê din jî di heman hefteyê de desteserkirina yekane rojnameya kurdî diaxivin. Gelo ev tesadufek e?

Wek beriya niha jî min anî ziman; xebatên rojnamegeriya kurdî bêguman ne xebatên ku îro destpê kirine. Kok û bingeheke vê xebatê heye. Yek ji kesên ku ev bingeha li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê berfirehtir kiriye, reng û şaxên wê zexmtir kiriye; Apê Mûsa yê ku niha em salvegera qetilkirina wî pêşwazî dikin, wî bibîr tînin û lanetê li kesên ew qetilkirine, tînin. Lê dema em bala xwe didinê, ew zihniyeta ku Apê Mûsa qetil kirî hê jî li ser kar e. Hê jî naxwaze rojnamegeriya kurdî bê kirin, naxwaze kesên wek Apê Mûsa ji nava kurdan derkevin, naxwazin xebatên entellektûelî, ronakbirî, zanayên wek Apê Mûsa pêşengtiya civaka xwe bikin. Lewre rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê îro dibin eynika civakê û wek pêşengên civakê tên nasîn. Karên ku dikin tiştên di civaka wan de diqewime radigihînin. Li hêlekî ew hewldana dewletê ya fetisandina têkbirina vê yekê heye, lê hêla din em rojnameger jî ji bo şînkirinê xebatan didomînin. Ji ber vê yeke ye ku îro rojnamegerên kurd, bi taybetî yên çapemeniya azad derdikevin û dibêjin em şopdarên Apê Mûsa ne. Ji ber van gotinên xwe ev rojnameger bi rê û rêbazên cuda bi zextan re rû bi  rû dimînin. Niha di vê pêvajoya ku em salvegera qetilkirina Apê Mûsa pêşwazî dikin ji aliyê heman hişmendiyê serdest ve rastî qedexeyan tên. Îro bi heman ferasetê bi awayekî şênber li dijî rojnameya Xwebûnê -ya ku xeyalên Apê Mûsa pêk tîne- bi kiryarên dijhiqûqî desteser dikin. Bêguman ev ne tesadufek e. Kesên ku îro li dijî vê hişmendiya yekperest xebatên xwe dikin êrîşan dibin ser wan. Wan li gor xwe digot ku bi kuştina Apê Mûsa emê vê rêyê kor bikin, vê rêyê têxin halekî wisa ku her kes biterse û xwe jê dûr bixe û nikarîbin tu tiştî bikin. Lê îro niha jî diyar e ku em şopdarên wê rêyê ne û bi salane em van xebatên xwe bi biryarî berdewam dikin. Mînake vê yekê jî rojnameya Xwebûnê û sazî, dezgehên çapemaniyê yên li bakurê Kurdistanê ne. Lewre tişta ku  îro li Xwebûnê tê kirin, desteserkirina hejmarên rojnamê ango em bêjin lêpirsîna der barê hejmaran de, ne tesadûfek e. Kesên vê yekê dikin dixwazin vê xetê ji bin ve kor bikin. Rêya ku Apê Mûsa vekiriye, em ê bê rêwî nehêl in.

Ji Roja Xwebûnê dest bi weşana xwe kiriye heta niha gelek caran derheqê hin hejmarên wê de biryara danehevê hat dayîn. Her wiha Berpirsê Karê Navîsan Mehmet Alî Ertaş û Edîtorê Xwebûnê Zeynel Abidîn Bûlût jî ji ber nûçe-nivîs û ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê bi awayekî dijhiqûqî niha di girtîgehê de ne. Tu ji bo van astengî û dijhiquqiyên li ser rojnameyeke kurdî dibêje çi?

Wek tê zanîn ku di meha hezîranê de li dijî çapemeniya kurdî  operasyoneke mezin hatibû lidarxistin û 16 rojnamegerên kurd ji ber kar û xebatên xwe yê rojnamegeriyê hatin girtin. Ji wan 16 rojnamegeran 2 heb jî hevalên me yên di Xwebûnê de bûn. Hevalên me ji aliyê çapemeniya alîgir ve hatin terorîzekirin û pişt re jî hatin girtin. Hê jî girtî ne lê kesên ku wan terorîze dikin û sucdar dibînin - di ser girtinan hevalên me de 3 meh derbasbûn- lê hê jî tişta ku wan pê sucdar dikin, nikarin bînin cem hev û ku wan derxînin dadgehê. Ev yek bi serê xwe jî dide nişandin ku hevalên me bi awayekî dijhiqûqî tên girtin. Niha tişta ku îro li Xwebûnê tekirin jî heman tişt e û heman rêbaz îro jî derbasdar e. Rojnameya ku desteser dikin, ya ku hê di heman şevê de hatiye çapkirinê ye. Yanî tu dadgir û dozgerên tirk ev rojname nexwendiye lewre zimanê kurdî nizanin. Jixwe ev tişteke tê zanîne ku ji bo der barê rojnameyeke bi kurdî de biryarekê bide ma divê ev dema xwendinê ser de derbas bibe. Lê ne rojname xwendine ne jî naveroka wê lêkolîn kirine. Tenê der barê naveroka wê de bi çavê  ‘ji ber bi kurdî ye, jixwe mafê me yê desteserkirinê heye’ lê meyze dikin. Ligel ku der barê hejmara me ya 144emîn de tu biryara danehevê tune ye, dîsa jî dest deynin ser vê hejmarê. Ev yek ne ji me re ne jî ji parêzerê me re nehatiye ragihandin. Wisa çawa ku hevalên me girtin û niha nikarin wan sucdar bikin, heman rewş îro ji bo Xwebûnê jî derbasdar e. Raste niha hejmara rojnameya me desteserkirine lê hê ne diyare ku dê bi çi sucdar bikin. Jixwe di hiqûqa Tirkiyê de bi hin xalan sucdarkirin pir hêsan e. Li gor xwe dikarin qanûn û yasayan de me ceza jî bikin. Lê ev yek ji rastiyê dûr e û armanceke vê yekê heye. Tenê bi vê hiqûqa heyî dixwazin xebatên kurdî, rojnamegeriya kurdî bidin seknandin. Lê her çiqas ku hevalê me Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abidîn Bûlût hatin girtin jî em niha xebatên xwe bi her awayî didomînin û rojnameya xwe çap dikin.

Em rojnamegerên kurd her yek ji me dizane ku em li ser bingeha Rojnameya Azadiya Welat fêrî nivîsîn û xwendina zimanê kurdî bûn. Niha jî şagirtên ji dibistana Azadiya Welat; li dijî polîtîkayên tunekirina ziman, çand, siyaset û hunera kurdî Rojnameya Xwebûnê derdixin. Tu jî wek Xwediyê İmtiyaza Rojnameya Xwebûnê û xebatkarekî ku berê jî di Azadiya Welat de rojnamegerî kirî; dê banga te li dijî van kiryarên tunehesibandinê çibe?

Belê rast e. Niha ez li rojnameya Xwebûnê karê xwe yê rojnamegeriyê didomînin lê berê jî ez di ajansa DÎHAyê, piştî wê di Azadiya Welat de, di rojnameya Rojeva Medya, Welat, E-Rojname û hwd. de xebitîm û niha jî xebatên xwe yê rojnamegeriyê di Xwebûnê de berdewam dikim. Her karê min î rojnamegeriyê bi kurdî ye û derdê me yê sereke jî ew e ku ez gelê xwe bi zimanên xwe ji geşedanan haydar bikim û bi vê xebatê zimanê xwe li ser xaka xwe şîn bikim, geş bikim, gur bikim de ku ew armanc û siyaseta ku li dijî gelê kurd û zimanê kurdî tê meşandin pûç bikim. Wek kes dibe ku rojnameya Xwebûnê em bi vê armancê derdixin lê armanca me armanca civakekê û ya gelê kurd e. Ji ber vê armancê jî di serî de divê rojnamegerên kurd li vê rojnamê xwedî derkevin. Li dijî zext û pêkutiyên bi vî rengî yên li dijî Xwebûnê tên meşandin, li rojnameya xwe xwedî derbikevin. Divê civaka kurd li rojnameya xwe xwedî derbikeve. Ger em li pêşiya van astengî û zextan nesikinin dê êrîş û tunehesibandinên xwe li ser vê civakê berdewam bikin. Armanca niha bêguman ne tenê ji bo çapkirina rojnameyeke bi kurdî ye; armanca bingehîn ew e ku xebatên ji bo kurdî bidin seknandin. Ji bo kurdî li ser vê xakê geş nebe, ji bo ku kurd bi zimanê xwe nejîn, bi zimanekî din, bi mejiyekî din biaxivin û bifikirin, bi bîreke din bijîn pêşiyê li kurdî digrin. Ji ber vê yekê divê gelê me li diî van zextên li me xwedî derkeve. Xwedîderketina li Xwebûnê xwedîderketina li zimanê kurdî ye. Ger ev yek bêkirin dê armanca hişmendiya yekperest vala derkeve. Rojnameya Xwebûnê ji rojnameyekê wêdetir ji bo pêşeroja civaka kurd e, ji bo zimanê kurdî ye. Divê ev xebat newe jibîrkirin û em jî di wê baweriyê de ne ku qiymeta vê xebatê li gel civaka kurd heye. Li deverên kurd heyî Xwebûnê belav bikin.

ÇAVKANÎ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin