Kadar Pîre: Banga 102 parlamenterên Fransî dê bandorê li rewşa Rojavayê Kurdistanê bike

Kadar Pîre: Banga 102 parlamenterên Fransî dê bandorê li rewşa Rojavayê Kurdistanê bike

.

A+A-

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor li Parîsê Kadar Pîre ragihand ku li Fransayê ji hemû partiyan parlamenter piştevaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin. Kadar Pîre herwiha got ku banga 102 parlamenter û senatorên Fransî ya ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dê bandoreke xwe ya baş hebe.

Bi pêşengiya Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenter û senatorên partiyên cuda yên Fransayê, derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar belav kirin û tê de bang kirin ku li Rojavayê Kurdistanê herêma qedexeya firînê bê ragihandin û di qada navneteweyî bê naskirin. Herwiha parlamenteran polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî şermezar kirin û bang li welatên rojava kirin ku çavên xwe li hember vê yekê negrin.

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor li Fransayê Kadar Pîre li ser vê mijarê beşdarî bultena Rûdawê bû.

Kadar Pîre anî ziman ku Fransa ji hemû dewletên Ewropî zêdetir û bi zelaltir piştigiriya Kurdan dike û got: “Di çalakiyên li vê derê yên ji bo piştevaniya Kurdan de me her tim dîtiye ku hejmareke parlamenterên Fransî beşdar bûne û li dijî kiryarên Tirkiyê derketine. Vê carê hejmara wan zêdetir bû ji her partiyan parlamenter hebûn.”

Helwesta 102 parlamenterên Fransî, Kadar Pîre weke gaveke nû ya girîng da zanîn û got ku xebatek li pişt wê heye û wiha pê de çû: “Gava 102 parlamenter û senator vê yekê ji hikûmetê bixwazin bi nêrîna min dê banderoke xwe ya gelek baş hebe. Li gor agahiyên li ba min hene dê karên zêdetir jî bêne kirin.”

Pîre tekez kir ku  eger Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê operasyonekê pêk bîne, dibe ku encamên wê bi qasî enfala li dijî Kurdan dijwar be.

Bi gotina Pîre armanca sereke ya 102 parlamenterên navborî rawestandin û rêlibergirtina êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ye û ew dibêje: “Ew dixwazin Rêveberiya Xweser di asta navnetewî de bê nasîn. Eger danpêdan bi Rêveberiya Xweser were dayîn, wê demê ne rejîma Sûriyê û ne hêzeke din dê bikarebe êrişî wê axê bike. Parlamenteran daxwaz ji Fransayê dikin ku mijarê bibe Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin