Joe Biden: Îro roja Amerîka û demokrasiyê ye

Joe Biden: Îro roja Amerîka û demokrasiyê ye

.

A+A-

Serokê Amerîka Joe Biden, di gotara xwe ya piştî sondxwarinê de mesaja yekbûnê ji Amerîkîyan re da û banga hevdu hembêzkirinê kir.

Axaftina Joe Biden bo destpêka serokatiya Amerîkayê wiha ye:

“Amerîka car din bi ceribandina re rû bir û ma û biserket. Em serkeftina doza demokrasiyê pîroz dikin. Em hîn bûn ku demokrasî gelek girînge. Demokrasî li ser xwe ma. Çend roj berê li ser vê axa pîroz şiddet xwest bingeha kongreyê biguhêre.

Bo em astengiyan derbas bikin ji gotinan bêhtir tişt pêwistin. Bingeha demokrasiyê yekîtiye. Di sala 1863 an de Abraham Lincoln beyana damezrandinê îmze kir û weha got: “Eger navê min bikeve dîrokê dê ji ber vê tevgera min bikeve dîrokê.”

Dîrok û bawerî ev tev divê rêya yekîtiyê nîşanî me bide. Divê me hev weka cîran bibînin û hêzên xwe bikin yek. Divê em neqêrin û asta gengeşiyê daxînin. Ev wexta dîrokê bo me ye. Yekîtî bo me tekane rêye. Eger em vêya bikin, ez soz didim we em ê wenda nekin. Bes em bi hevre tevbigerin. Em destpêbikin û lihev guhdarî bikin. Em bo hev bi hurmet bin. Ne hewceye di siyasetê de em bi hêrs bin.

Li vê derê, em li ber siya avahiya kongreyê ne. Di dewra şerê navxwe de avakirina wê qediya û em îro li vê dere ne. Li vê derê 108 sal berê di merasima sondxwarinê de bi hezaran xwepêşandêr hebûn. Me îro merasima sondxwarina yekem jineka cîgirê serok çêkir. Bo min nebêjin dê tişt neguhirin.

Di ser avêtina kongreyê de roj derbas bûn. Xwestin me ji ser axa pîroz dûrbixin. Nebû û dê sibê jî nebe û dê ti carê nebe. Kesê destekê dane me, em sipasiya hemûyan dikin. Ez bangê kesên destekê nedane me dikim. Guhdariya min bikin û li dilê xwe guhdarî bikin. Temamê dezgeyên komarê li min guhdarî bikin. Divê nelihevkirin yekîtiyê xerab neke. Ez ê bo herkesî bibim serok. Bo kesên deng dane min, ez ê bo yên deng nedane min jî têbikoşim.

Tiştên em bi hevre jê hez dikin çine? Derfet, ewlekarî, azadî, heysiyet, rêzgirtin, şeref û rastî. Van rojên dawiyê gelek tiştan hênî me kir. Rastî û derew hene. Ez bang li we dikim da em weka Amerîkayî, qanûna esasî biparêzin. Gelek hemwelatiyên me li dahatûya xwe bi endîşe dinêrin. Ez baş fêm dikim û ez soz didim we. Mijar ne ew e ku hun bi kesên ne di baweriya we de ne, bawer nakin. Divê ev şer biqede. Eger em tolerans nîşan bidin û dilê xwe vekin, em dikarin bikin. Li ser jiyanê ez vêya bêjim. Hun nizanin dê qeder bo çi we çi hilbijêre. Dibe carna pêdiviya we bi alîkariyê hebe. Divê em alîkariya hev bikin.

Belkî em dikevin dewra pandemiyê ya herî xerab. Divê em siyasetê deynin rexekî û bi pendemiyê re têbikoşin. Hemû hevalên min li vê derê ne û dinya me dişopîne. Peyama min bo derveyê sînorên me ye. Amerîka hat tecrubekirin û em bi xurtî jê derbas bûn. Ne tenê bi mînaka hêza xwe lê em ê bi hêza mînaka xwe birêve bibin. Em ê bibin hevparê mezin yê aştiyê. Tişta ewilî ya ez ê di serokatiya xwe de bikim, ez ê pêşniyar bikim da hun tevlî min bibin. Werin em bo herkesê jiyana xwe daye dia bikin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin