Joe Biden Cejna Newrozê pîroz kir

Joe Biden Cejna Newrozê pîroz kir

.

A+A-

Serokê Amerîka Joe Biden bi boneya hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi Newrozê heye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi helkefta Newrozê peyamek belav kir. Biden di peyama xwe de diyar dike, wan li Koşka Spî pêşwazî li Newrozê, wek kevneşopiyeke gelên Îranê, kirine.

Joe Biden her wiha dibêje, "Niha ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi peyama ku Newroz wê bi xwe re tîne, heye."

Serokê Amerîka di peyama xwe amaje bi kesên ku di dema borî de ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane jî, dike û dibêje, "Piştî hemû êş û azaran, divê di bîra me de be ku rojeke baştir li pêşiya me heye û divê em hemû bi hev re kar bikin, da ku armancên xwe yên mezin û hevbeş di pêşerojê de bi cih bînin, ew jî aştî, xweşî û hevtêgihîştin e”.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin