"Polîsan nehişt Gergerlîoglu nimêj bike û cilên xwe biguherîne"

"Polîsan nehişt Gergerlîoglu nimêj bike û cilên xwe biguherîne"

.

A+A-

 Piştî li nav parlementoya Tirkiyê îro danê sibehê binçakirina Omer Faruk Gergerlîoglu HDPê li ser binçavkirinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket ji polîsan re got 'Ezê nimêj bikim û cilê xwe biguherînim' Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin. " 

Buroya Çapemeniyê ya HDPê li ser bûyera binçavkirinê ev daxuyanî da: “Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu, dema li Meclîsê 'Nobeta Edaletê' digirt, polîsan serê sibê saet di 06:30'an de li meclîsê ew bi zorê binçav kirin. Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket xwest nimêj bike û cilê xwe biguhere. Ji polîsan re got 'Ez nimêj bikim û cilê xwe biguherînim' Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin.  Zêdeyî 100 polîs ketin hundir. Tevî îtîraza wekîlên me Huseyîn Kaçmaz û Fîlîz Kerestecîoglu, jî dîsa bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin û destûr nedan ku nimêj bike û cilê xwe biguherîne." 

Roja Çarşema borî 17ê Adarê piştî biryara cezakirina li ser parvekirina twîtekê bi xwendina biryarê re li parlementoyê, parlementariya Parlamenterê HDPê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû xistin û wî jî li nav parlamentoyê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin