Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Jîyan ew saeta ku mirov têde dijî ye.

A+A-

Jîyan ew saeta ku mirov têde dijî ye.

Yekcarina  di wê saetê de kela dilê mirovî renga reng dibe.

Piştî berfa meha Nisanê, eve çend rojin bihar hatîye Almanyayê; bihareke ku dişibe bihara welatê me.

Me rojeke pir xweş derbas kiribû. Roja Dayikan û êvarê jî bi gotina  Almanan ”reinfeieren” , piştî 12ê şevê pîrozkirineke roja ji dayik bûyinê. Bihar û payiz du demsalên ku sedema li vir mayîna me ye.

Roja ji dayik bûyîna qiza me bû...

Roja ji dayik bûyînê,  her mezin kirina tecrube û xeyalan e.

Salek din li temenê keça me zêde bû.

Piştî pîrozbahîyeke kurt herkes çû odeya xwe...

Wek her caran, berî raketinê, min li nûçeyan mêze kir. PAK-Navendê nûçeyek belav kirîye: ”Welatperwerê Kurd Şex Mehmûd çû ser dilovanîya xwe” .

Di cîh de şoke bûm. 

Di wê deqîqeyê de, ser û bin bûm.

Şûna wê roja biharê û bêrikirina xeyalên xortaniyê, xemgînîyekê ez girtim.

Apê Şex Mehmûd, di qezayeke trafikê de jîyana xwe ji dest dabû.

Her carê wexta jibo civînan ez diçûm Kurdistanê, bi rêya Şukrîyê ku bûrayê min e û  zavayê apê şêx e, me hevûdindidît.

Sohbet û şîroveyên wî û ya herî girîng jî, bibîranên wî û eşqa wî ya Kurdistanê, dibû sedem ku mirov bê westan guhdarîya wî bike û pê re sohbetê bike. 

Belê, jîyan ew saeta ku mirov têde dijî ye.

Ev roj û şeva me ya xweş, wekî ku nehatibû jiyandin. Di ber nûçeya wefata ”Welatperwerê Kurd” hêja Şêx Mehmûd, şikest xwar.

Apê Şêx ji kîsê azadîxwazan, ji kîsê  kurdên statuxwaz, ji kîsê miletê Kurd   çû...

Û bi tayibetî ji kîsê PAKê.....

”Dinya derewçîne”

Wek ku yek destê xwe di qirika min ke, acizî û tevizînekê bi canê min girt.

Nazdar,Leyla,Necîp,Rocivan, Şukrî, Mumtaz û xanima apê şêx hatin ber çavê min.

Şev giran bû..Kela xemginiyê dev ji min berneda...

Mirina bavan û êşa zarokan...

Min ew  êşa berê  li girtîgeha Amedê ditibû.

Çawa ku bê dewletbûyîn êşeke giran e; bê bav bûyîn jî êş û birîneke giran e.

Apê şêx sîvanek bû..

Ji malbata xwe re

Ji hevalên xwe re

Ji dost û feqîran re....

Odeya ku nuha ez lê runiştîme,  stêrkên asîmanan yên dibiriqin jê xuya ne...ji qozîya odeyê ve çavên min li stêrkan dikeve; lê heşê min li ser şiklê mirina Apê Şêx e.

Min pirtûka wî ya ’’Desteyek ji Çîroka Jîyana min’’,  ya ku şahîdîya beşek ji tarîxa me dikir, ji kitêpxaneya xwe derxist. 

Wî  ji pirtûka xwe çend heb dabûn min. Ji bo ku ez ”Bidimenas û dostan.”

Her ku rûpelên pirtûka wî dizîvirînim destê min dilerize. 

Di xortanîya xwe de, me Muhterem Bîçimlî wenda kiribû...Li seranserê Kurdistanê em xwedî hêz bûn...Vê carê jî PAK mohra xwe li sîyaseta Kurdistanê dixe û em ber bihêzbûyinê ve diçin...Apê Şêx di demeke weha de ji nav me koç dike.

Hezar tişt hatin bîra min...

Li Kurdistanê hezar babet fen, lihîstik û ji holê rakirina pêşengên civatê , şêxên welatparêz, aqilmedên hêja hene...

Gelo mirina Apê Şêx Mehmûd jî ne sûîqasteke  ku bi qezaya trafîkê hatibe nixumandin be? Apê şêx yek ji rûsipîyekî kurdan bû ku bandora wî li ser gel hebû. 

Di merasîma cenazeya Tahir Elçî de helwesta Apê Şêx hîn jî li ser internetê ye.

Kalek-rûsipîyekî  wek xortekî 18 salî,  bi eşqeke mezin Ala Kurdistanê diparast.

Min ji Remazan, Şukrî û Nîmet re jî vê  fikara xwe got. Min got, ka li ser vî kesê ku bûye sedema wefata Apê şêx bisekinin.

Ev şofêra kî ye ? 

Lêkolîneke baş bikin..

Ev lêkolîna bila ne li gor raporên polisan be, gazî pisporan bikin. Dibe ku van tiştên ez fikarê lê dikim   ne rast bin jî; lê jîyan û welatekî wekî Tirkîyeyê her tiştî tîne bîra mirovî. Di pêvajoya serxwebûna başurê Kurdistanê de her tişt dikare bibe.

Ev dewleta, dewleteke dagirker e , li dijî mixalîfan dikare her rêyê biceribîne. Tiştê bi serê Can Dundar hatiye li holê ye.Kurd bi qasî wan ne bi şans in,  her kuştin û qetlîam dibe para wan.

Apê Şêx Mehmûd ”çû ser dilovanîya xwe”... li dûv  xwe bîranîû têkoşîneke  bi rûmet hişt.

Çûyina te pir zû bû Apê Şêx; pêwîstîya gelê me û pêwîstîya PAKê bi te hebû..

Rêya te vekirî be Apê Şêx...

Cîhê te bihuşt be. 09.05.2016 

Sirac Kirici

 

Önceki ve Sonraki Yazılar