Ji NATO'yê bo Efrînê daxuyanî

Ji NATO'yê bo Efrînê daxuyanî

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg da xuyakirin, mafê Tirkiyê ye ku bo ewlekariya xwe serî li hin bergiriyan bide lê divê sînordar be û rewşa sivîlan bigre pêş çavan.

A+A-

Jens Stoltenberg- Sekreterê giştî yê NATO diyarkir:

 "… Rewşa Sûriye û bakurê Sûriyê, bo hemû endamên NATOyê dilgiraniyeke mezin e. Jiber Rewşa mirovî û berdewamiya şer û pevçûnan.

NATO piştevaniya hevpeymana dijî DAIŞ dike. Lê hêzên NATO di bejahiyê de nav Sûriyê şer nakin.

Tirkiye derbarê Operasyona Şaxê Zeytûnê de agahî da NATOyê. Herweha pêwendiyên min bi Serokomar Erdogan re jî hene.

Hêvî dikim ev pêwendî berdewam bikin.  Tirkiye jiber gefên ser ewlekariya xwe mafdar e ku hin bergiriyan pêş bixe.  Lê divê sînordar be. Tirkiye ji welatên din yên NATOyê zêdetir bi êrişên terorî re rûbirû maye.

Hevpeymanên NATO di civînê de wê behsa çawaniya têkbirina terorê bikin û berdewamiya alîkariya hevpeymaniya dijî DAIŞ bikin. Lê ne di wê baweriyê de me, rola welatekî endamê NATO li bejahiya Sûriyê hebe. "

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin