Di Çanda Kurdî de Kofî

Di Çanda Kurdî de Kofî

Hüsamettin Turan

A+A-

Li ba jinên Kurd, gellek cûreyên girêdanê hene. Em dê tene li ser kofîyê bisekinin. Kofî perçekinceke Kurdî ya neteweyî ku taybetî ji bo jinên Kurd e. Xweşikî û masûmiya jinan îfade dike. Serê jinan piranî bi rengên zer, sor û kesk tên xemilandin.

Kurdistanîbûnê herî zede ev reng îfade dikin. Kofî, perçekinceke jinan e ku bi hezaran sal in wekî aksesûar tê bikaranîn. Çêkirina kofî weha ye: Kofî di textê hunandinê ku ji re “elbik” tê gotin tê hunandin û di nav wê de qedîfeya ku dişibe qûmê hey. Perçeyên bi reng wekî heft guliyên por bi kofîyê tên girêdan.

Herweha li her kofîyê nîv-zêr tên pêvekirin. Li gorî rewşa malbatan li hin kofîyan 24 zêr tên pêvekirin. Hinek jî ji vê hejmarê kêm an zede ne. Li Kurdistanê kofî herî zede ji aliye jin, keçen ciwan û meran ve tê bikaranîn. Berê piranîya jinên Kurdan kofî bikar danîn.

Hin jinên ciwan li ser kofîyê çarçef jî bikar tînin. Jin û keçên ku tene kofî bê çarçef bikar tînin jî hene.

Jinên îxtiyar kofîyan bê çarçef bikar tînin. Lê herêma Serhedê li Kurdistana Bakur, beravajîyê vê ye. Jin berê çarçef li xwe dikin û kofîyê jî li ser çarçefê gire didin.

Li bajaran an jî li riyan wexta mirov jinên bi kofî dibine, ji kofî û kincên wan mirov dikare texmîn bike ku ew ji kuderê ne. Ji kîjan eşîrê ne jî tê texmînkirin. Kofî û kincên jinên eşîretên Kurd li Kurdistanê ji hev cuda ne. Aksesûar ji kîjan malbatê hatîne nişan didin. Li Kurdistanê motîfên kofîyan li herêman cuda ne, ji ber vê jî em dikarin wan li gorî herîman kategorize bikin.  Mînak: Herêmên wekî Dêrsim, Serhed, Colemerg (Hekarî), Koçgirî, Amed, Behdînan, Xerzan, Bişêrî, Çikakî, Erdelan, Hewreman, Deşta Berrîyê, Toran nuha jî tên binavkirin.

Di lêkolînên kulturîyên di derbarê folklora Kurdî de divê ev herêmên cuda bên analîzkirin, ji ber ku her herêm xwedîyê motîfa taybetî ye, wekî mînak Adiyaman, Sîvas, Mereş, Meletî, Erzincan, Erzurum, Dêrsim, Agirî, Wan, Betlis, Mûş. Taybetî jî jinên Colemergê kofî bikar tînin.

Li bakur û başûrê Kurdistana Bakur taybetî jî jinên extiyar kofî bikar tînin. Jinên zewicî ku kofî bikar tînin, sîngê wan girtî ye lê bi reng e. Li ba keçikan girêdana serî bi reng e, lê sîngê wan vekirî ye. Ev tê wê maneyê ku ew keçen ezeb in. Jinên zevicî û ezeb ji ber vê yeke kofîyên cuda bikar tînin. Îro ji ber bajarvanî û modernîteyê ev edet asîmîle bûne. Êdî şuna kofîyan, leçek û çît girtine.

Tiştên ku ji zaroktîya min tên bîra min jinan kofî piştî nîşanê gire didan. Berê wê ya serê wan vekirî bû yan jî bi çît digirtin. Maneya wê ev e: Ev kes dergîstiya hinekan e. Bi vê, rê li ber tacîzan jî dihat girtin. Bi gotineke din li ba Kurdan kofî ji keçikî derbasbûna jinbûnê ye. Ev jî bi dergîstîbûnê dest pê dikir. Ev dihat wê maneyê ku ew dê êdî ji hinekên din re nebûya jin. Di derbarê meran de baş nayê bîra min, lê li ba meran ew zûtir dest pê dikir. Ev sosyolojîya Kurdan jî nişan dide. Kofî li hin herîman ji keçe tê hunandin. Li ser wê jî şar tê girêdan. Jinan, zêr û zîvê xwe yê herî girîng li pêşîya kofîyê gire didan. Biskên xwe bi awayekî gulî dikirin û li nêzî guhan bin kitayê dihatin girêdan. Kitan di bin çenge de beşê sîngê dixemiland. Li gorî rewşa aborîya malbatê kalîte û şiklê kofî dikaribû cuda be. Jinan piştî emrekê kofî ji sere xwe danîn, ji ber ku keçe wekî qûm giranî çê dike û rê li ber serêşê vedike. Lê dîsa jî hin jinên aristokrat heta mirinê jî kofî bikar danîn. Yên kofî derdixistin jî, çît bikar danîn ku ew jî carnan dibû sebebê serêşê.

Îro li Kurdistanê kofî zede nayê bikaranîn, lê li hin herêman hîn jî hene.

Hêvî dikim ku li Kurdistaneke ku bingeha xwe ya taybet û azad temam kiribe, bi beşdarîya kesên ku dile xwe dane folklorê dezgeheke aksesûarê ya Kurdistanê ava bibe. Dikare bi rîya dezgehên weha dewlemendîya folklora Kurdistanê derkeve holê.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin