Ji McGurk daxuyaniya êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê: Me ji Tirkiyê garantî xwest

Ji McGurk daxuyaniya êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê: Me ji Tirkiyê garantî xwest

.

A+A-

 Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk diyar kir, piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Washingtonê ji Tirkiyê xwest, garantiyê bide tiştek neyê kirin ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir bibe.

Êrîşên esmanî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di çapemeniya cîhanî de jî cih girt.

Rojnameya Financial Times a Amerîkî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Firokeyên Tirkiyê piştî êrîşa Stenbolê li mîlîtanên Kurd xistin” de ragihand ku “Êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên bi şev li dijî mîlîtanên Kurd li Sûriye û Iraqê, metirsiya zêdekirina aloziyan li herêma nearam li xwe digire.”

“Beriya hilbijartinê dikare piştgiriya ji bo Erdogan zêde bike”

Financial Times di nûçeyê de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên ku dê sala bê li Tirkiyê werin lidarxistin.

Di nûçeyê de hat gotin, “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îsal bi berdewamî gefên operasyonên nû xwarin ji bo paşxistina mîlîtanên Kurd ên li ser sînor. Êrîşeke nû ya mezin a li Sûriyê dikare piştgiriya neteweperestên Tirkiyê ji hikûmeta Erdogan re beriya hilbijartinên sala bê zêde bike.”

Financial Times her wiha diyar kir ku Erdogan çiraya kesk a ku ji bo êrîşeke bejayî ya nû pêwîst e “Ji Rûsyayê û Îranê ku piştgirîya Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin, wernegirt.”

McGurk: Em dixwazin ji ewlehiya sînora bi Tirkiyê re dilniya bin

Di nûçeyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Amerîka piştgiriya çek û perwerdeyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG beşa wê ya sereke ye û Washingtonê jî piştgirî nedaye destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê yên li Sûriyê.

Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk di konferansa ewlehiyê ya Behrêynê de axivî û got, piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê, Washingtonê ji Tirkiyê xwest “garantiyê bide tiştek neyê kirin ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir bibe.”

Di nûçeyê de hat destnîşankirin McGurk aniye ziman, “Em hewl didin li herêmê aramiyê pêk bînin û biparêzin û helbet em dixwazin ewlekariya sînorê bi Tirkiyê re jî misoger bikin.”

Financial Timesê her wiha bi bîr xist ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî êrîşa Cadeya Îstîklalê, Amerîka wek "kujer" bi nav kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin