Holanda: Em êrîşên ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

Holanda: Em êrîşên ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

.

A+A-

Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê dike ku Holanda êrîşên mûşekî û bi dron ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.

Îro 21.11.2022yê Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê bi daxuyaniyeke li ser tora xwe ya fermî ya twitterê de ragehand: ‘’Em teqez dikin ku Holanda bi tundî êrîşên mûşekî û dronî yên li ser Herêma Kurdistan li Iraqê şermezar dikin û em piştevaniya daxwazên desthilatdariyê dikin ku rêz li serweriya Iraqê bê girtin.’’

Daxuyaniyê de hat ragehandin ku: ‘’Divê dawî bi tundiya li navçeyê ve hawirdeyî nav Herêma Kurdistanê tê kirin bê.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin