Ji mamosteya zimanê Kurdî re 10 sal ceza dan!

Ji mamosteya zimanê Kurdî re 10 sal ceza dan!

Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî bi tometa hewldana bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, cezayê 10 sal zindanê bi ser de hat sepandin.

A+A-

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihandîye, Liqa 1 Dadgeha Şoreşê li bajarê Sineyê cezayê 10 sal zindanîkirinê li wê çalakvana Kurd birîye.

Dadgehê duh Sêşemê biryara xwe ya derbarê Zara Mihemedî de aşkere kirîye û parêzerê wê çalakvana Kurd ji birîna wê cezayê agahdar kirîye.

KMMK dibêje, Zara Mihemedî “ji bilî mamostetîya zimanê Kurdî û fêrkirina zimanê Kurdî, ti çalakîyeke din nekirîye û dezgehên ewlehhîyê yên Komara Îslamîya Îranê, li ser tometa pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî, ti belgeyek nîşan nedane.”

Zara Mihemedî sala par li Liqa 1 Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine û bi serokatîya dadwer Seîdî hatibû dadgehîkirin.

Wê çalakvana Kurd pêştir û dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kirîye.

Zara Mihemedî endameka çalak a Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn e û roja 23ê meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Zara Mihemedî bo dema 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de bû. Ew çalakvana Kurd ji alîyê Îdareya Îtilaata Sineyê ve hatibû girtin.

Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn par têkildarî girtina Zara Mihemedî daxuyanîyek dabû û ragihandibû, “di demekê de Zara Mihemed di jêr fişarê de ye k user bi ti partî û alîyekî sîyasî nîne û tekane tawana wê ev e ku zarokan fêrî zimanê Kurdî dike.”

Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji alîyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatîye damezrandin û di warên çandî û civakî de li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakîyan dike.

Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kursên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê kiribû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin