Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê 20 kes mirine

Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê 20 kes mirine

Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê heta niha şewba koronavirusê ango Covid-19ê li 214 hezar û 993 kesan peyda bûye. Heta niha 5 hezar û 402 kes mirine.

A+A-

Wezatera Tenduristîyê ya Tirkîyeyê hejmarên nû yên derbarê pêketîyên nû û mirîyên ji ber Covid-19ê aşkere kirine.

Li gorî van daneyan duh koronavirus li 992 kesên din peyda bûye. 20 kes mirine. Hezar û 49 nexweş baş bûne.

Test ji bo 43 hezar û 231 kesan hatine çêkirin.  

Li gorî van daneyan, heta niha testa 4 milyon û 65 hezar û 178 kesan çêbûye. 214 hezar û 993 kes bi vê nexweşîyê ketine. 5 hezar û 402 kes mirine.

Dermankirina hezar û 204 kesan li beşên nexweşîyên giran dewam dikin û 396 nexweş jî endube ne. Heta duh 196 hezar û 720 kes baş bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin