Ji DIERGê kampanya ‘Li Her Taxê Rewzeke Pirzimanî’

Ji DIERGê kampanya ‘Li Her Taxê Rewzeke Pirzimanî’

.

A+A-

Pêngava Reform û Çavdêriya Perwerdehiyê ya Amedê (DIERG) ji bo ku li her taxê rewzeke pirzimanî bê vekirin dest bi kampanyekî kir.

Saziya ramanan ya bi navê Pêngava Reform û Çavdêriya Perwerdehiyê ya Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo dêûbavên ku li tax û gundan dijîn, ji bo rewzeke pirzimanî bê vekirin bi daxwaznameyekî serî li şaredariyê dan.

DIERG daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de bal kişand ser sûda pirzimaniyê, dewlemendiya çandê û bandora perwerdehiya pêşdibistanê ya li ser pêşketina zarokan.

DIERG di xaxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Di vî warî de rêveberiyên heremî li gel rewzeyên yek zimanî, mafê wan heye ku rewzeyek pirzimanî vebikin û bixebitînin. Rewzeyên pirzimanî yên ku bi destûra Wezareta Perwerdehiyê bên vekirin, li Tirkiyeyê dikare kêmasiyeke zêde ya perwerdehiya pêşdibistanê temam bike.”

Ew sazî amaje bi wê yekê dike avakirina rewzeyên pirzimanî li tax û gundan ji aliyê rêveberiyên herêmî ve hewcedariya şaredariya civakî ye.

DIERG tekez dike ku ji bo zarokên di navbera 3-5 salî de ku zimanê wan yê dayikê ne Tirkî ye, di avakirin û belavbûna zarokxaneyên pirzimanî de israr bikin.

Hatiye pêşniyarkirin ku zimanê perwerdehiyê di rewzeyên pirzimanî de divê Tirkî, Îngilîzî û zimanê dayikê herî kêm sê ziman be û eger yek kes jî daxwazname bide, divê daxwaz were bicihanîn.

Taybetmendiyên bingehîn, xalên girîng û hewcedariyên zarokxaneyên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve li tax û gundan bêne avakirin, di bin sernavên notên pêşniyarê Budçe, avahiya zarokxaneyan, mewzuat, Perwerde, Xerc, Perwerdekar, Çavdêrî, Piştgiriya Dêûbavan, koordînasyona di navbera zarokxaneyan de hene

Gava dêûbav dest bi dayina daxwaznameyê kirin, ji aliyê rêveberiyên herêmî afirandin û xebitandina zarokxaneyên pirzimanî jî di nav de di her qonaxan de DIERG dixwaze weke rêxistineke sivîl ya civakî wek çavdêr beşdar bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin