Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bo neteweyan asasê saxlem ziman e

A+A-

Asasê li ser kayê tê avakirin zû xera dibe. Hewce nake tu bi balyoz û çakûçan pê bikevî, bayekî xurt biguve yan jî baraneke çend rojan bidome dikare asasê li ser kayê hatîye avakirin birûxîne. Kîjan malbat di bin wî xanîyî de bijî, zû dereng wê di bin de cûn bibe.

Netewe jî heman wisa ne. Di nav cîhanê de wek malekê ne. Îcar gava asasê te ne saxlem be û te ew li ser kayê ava kiribe, wê ew netewe jî zû yan dereng birûxe, tune bibe. Neteweyên asasên wan saxlem, li pêya dimînin ên pûç ji wan re dibin xizmetkar. Ji bo neteweyan asasê herî saxlem ziman e.

Li ser cîhanê gelek zêde mînak hene. Amerîkaya Latîn seranser ji koka xwe, ji eslê xwe dûr ketîye. Gelên li wan welatan dijîn, êdî zimanê bav û kalên xwe ji bîr kirine. Brezîlî êdî xwe wek portekîzîyan dihesibînin, lewra bi zimanê Portekîzî diaxivin. Hemû neteweyên Amerîkaya Latîn ên din bi Îspanyolî dipeyivin. Bi kurtasî êdî li ser axa Amerîkaya Latîn gelên wê yên berê tune ne, Portekîzî û Îspanyolî hene. Helbet sebebeke vê rewşê heye. Çand û zimanê xwe neparastin û ji nav çûn.

Ev xetere li benda neteweya Kurd e jî. Îspata wê gelek hêsan e. Pêşîyên me gotine “Şam dûr e, lê mişar ne dûr e.” Gava mirov li çend malbatên li derdora xwe binêre, ev rastî li ber çavan e. Niha Kurdî li ser axa me, ne zimanê sereke ye, di rewşa zimanê duyem de ye. Bi taybetî jî, piştî telewîzyon ketin hundirê malan, xetereya têkçûna ziman mezin bû. Û her diçe jî mezintir dibe.

Heta niha, partîyên ku dibêjin em xwedîyê daw û doza Kurda ne, ji bo vê meselê projeyeke berbiçav nemeşandine. Ya rast serê xwe pê re neêşandine. Heman rewş li başûr jî wisa ye. Li wê derê jî mijara çand û ziman bi awayekî “çawa lê hato” dimeşe. Heta niha jî ji bo latînî elîfbayeke bi rêk û pêk ava nekirine. Hinek “ş”yê wek “sh” hinek jî “ç”yê wek “ch” dinivîsînîn. Du tabelayên wan, du kitêbên wan hev nagirin. Neteweyên bi vî awayî tevdigerin zû ji nav diçin û li dû xwe tu tiştek nahêlin.

Li hêla Bakur mînaka Kurdî-Der-an heye lê ew jî têr nake. Xebatên baş kirine, bi saya wan elîfbaya Kurdî di nav gel de belav bûye. Gelek kes hînî xwendin û nivîsê bûne. Mala wan ava.

Divê her partîyeke Kurd li ser vê mijarê xwedî projeyek be. Projeya ku wê neteweya Kurd li pêya bihêle ev e. Ji bo vê meselê jî li ser cîhanê mînak hene. Celadet Bedirxan wisa dibêje: “Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû, zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne.” Û mînaka Elyêzer Bîn Yehûda dide. Ev camêr biryar dide ku zimanê Îbranî hîn bibe û ji xerîbîyê vegere welatê xwe. Hemû tiştên lê difikire bi cî tîne û zimanê Îbranî ji nû ve derdixe ser rûyê erdê. Bi ziman re jî welat û neteweyek…

Divê ev proje di nav Kurdan de, mal bi mal bê meşandin. Gava her kes di mala xwe de bipeyive û xwedî li zimanê xwe derkeve, ziman û netewe zû bi zû ji nav naçin.

Daxwaza me ji sîyasîyan ev e ku li ser vê meselê projeyan ava bikin û bimeşînin. Hebûn û siberoja me girêdayî projeyên wisa ne.

Ziman hebe, netewe heye.

Ziman tune be, netewe mirî ne.

Önceki ve Sonraki Yazılar