Ji bo Diyaloga Kurdî pêngaveke nû

Ji bo Diyaloga Kurdî pêngaveke nû

.

A+A-

Şandake ENKS têkildarî mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê di navbera herdu aliyên siyasî yên serekê de ligel şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê civiya.

Ji bo amadekariyên destpêkirina qonaxeke nû ya danûstandinên rasterast di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK)de, şanda Wezareta Derve ya Amerîka bi ENKSê re civiya.

Endamê Şanda Danûstandinê ya PYNKê Salih Gedo ji Rûdawê re ragihand, ku PYNKê jî ligel şanda Amerîkî civiya û ji wê şandê re gotine, divê ENKSê helwesta xwe derbarê axaftina Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan û Endamê Itilafa Sûriyê Nesir Herîrî nîşan bide û eşkere bike, ku ew axaftin  ENKSê alaqedar nake.

Salih Gedo diyar kir ku Nesir Herîrî hêzên li Rojavayê Kurdistanê weke “terorist” bi nav kiriye û got ev jî bû sedema dilgiraniya Rêveberiya Xweser.

Gedo ji Rûdawê re got, ew ji bo civîna rasterast ligel ENKSê amade ne.

Piştî civînên herdu aliyan li gel nûnerên Amerîka, di destpêka meha Sibatê de, dihat pêşbînîkirin ku xuleke nû ya danûstandinan dest pê bike, lê heta niha tu hevdîtin di navbera herdu aliyan de nehatine encamdan û tu soz jî ji bo civînan nehatine destnîşankirin.

Hinek berpirsên niha dibêjin, divê PYNK ji ber gotinên Endamê Encumena Serokatiya PYD Aldar Xelîl di derbarê Pêşmergeyên Roj de lêborînê bixwaze.

Amerîka hewl dide di çend rojên nêzîk de herdu alî rasterast li ser maseya danûstandinan bi hev re bicivin û qonaxa sêyem serkeftî bidawî bînin.

Îdareya nû ya Biden kar dike, zû herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê lihev bikin û bi hev re navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê bi şeraket birêve bibin.

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.

Piştre qonaxa duyem a danûstandinên PYNK û ENKSê dest pê kiribû û li gor daxuyaniyên berpirsên herdu aliyan, di wê qonaxê de jî wan pêngavên baş avêtine û di piraniya mijaran de ew gihîştine rêkeftinê.

Aldar Xelîl di rojên destpêka meha Çileya 2021 de di hevpeyvîneke ligel medyaya nêzîk PKKê de, Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû û gotibû: “Pêşmergeyên Roj yê rastî pêşmerge nînin,  Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bikar anîn. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Aldar Xelîl herwiha dabû zanîn ku wan xwestiye hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwaze bibe xwediyê niviyê rêveberiyê, lewma niha danûstandin sekinîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin