Nêçîrvan Barzanî ji bo bi dawîbûna serdana Papa peyamek belav kir  

Nêçîrvan Barzanî ji bo bi dawîbûna serdana Papa peyamek belav kir  

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bi dawîbûna serdana Papa Francis peyamek belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Bi rêz û pêzanînêke mezin ve li serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrîn ku ji bilî nebaşiya rewşê, rijd bû li ser encamdana serdana xwe. Pir bi dil spasiyê lê dikim. Pesnê Papayê Pîroz ya ji bo kultûra pêkvejiyan û lêborîniya li Kurdistanê cihê serbilindî û serfiraziya me ye.

Gelek spasî hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikim ku bi d‌ilgermiyeke mezin ve beşdariyê li rêwresma pêşwazî û mîhvandarîkirina Papayî Pîroz da kirin, bi taybetî rêzdarên mamostayan û kesayetiyên olî yên misilman û hemû ol û mezhebên dinên Kurdistan û Iraqê. Ewan wêneyeke xweşika şaristaniya resen û rastiya pêkhatên gelê Kurdistanê û kultûra lêborînî û pêkvejiyan û birayetiyê nîşanî hemû cîhanê dan. ‌

Ji bo kevandina birînên ceng û tundiya li Iraqê, her wekî Nimêja Hewlêrê da Papayê Pîroz got çareser “tenê lêborînî û bexşindeyî û dilovaniye ku her ewe jî xwesta xwedaye ji mirovên xwe. Raspardeya yezdan ji bo me hebûna dilêkî bêgerde, bêgerd li kîn, bêgerd li dûberekî û helxeletandin û hêviyên tolhildanê”, bi berevajiyê ve tundî û tolhildan wekî ku Papayê Pîroz jî kerem kir “li gêjiyeke bê dawî de me niqûm dike”.

Em li Herêma Kurdistanê bi hemû awayekê piştgîriyê li peyama Papayê Pîroz ya aştî, lêborînî, pêkvejiyan, hevdû qebûlkirin, jêbirîna rik û kîn, tundî, teror û tolhildanê dikîn. Ew çemk û biha û nirx bingeha se‌rekiya civaka Kurdistanê ne û wekî herdem parêzgeriyê lê dikîn. Hêvîdarim li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi giyanê wê peyam û bihayan kêşe û nakokiyan çareser bikîn.

Spasî hemahengiya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan hemû aliyên peywendîdaran dikim ku wiha kirin ku ev serdana dîrokî li asteke bilind da li rûyê protokolî û rêkxistin û asayîşê ve, hêja û bi rêkupêkî birêve biçê.‌

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08/03/2021


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin