Ji Amerîkayê tê xwestin ku li ser gaza li Herêma Kurdistanê kar bike   

Ji Amerîkayê tê xwestin ku li ser gaza li Herêma Kurdistanê kar bike  

.

A+A-

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê bo Joe Biden pêşniyar dike hevkariya sektora gaza Herêma Kurdistanê bike.

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê pêşniyareke nû dane Serokê Amerîkayê Joe Biden bo karkirina rasterast ligel hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di pêşxistina kêlgehên gaza xwezayî de.

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê pêşniyar dike, Amerîka ji meha Nîsanê ve ligel destpêkirina Diyaloga Stratejîk girîngiyê bi çar waran bide; hevahengiya darayî û aborî, ku reformên di sîstema bankî ya Iraqê de li xwe digre, hevbeşkirina Iraqê di derbaskirina rewşa Coronayê de û destpêkirina diyaloga tendirûst, hevkarîkirina Iraqê bo bidestxistina gaz û elektrîkê bi awayekî serbixwe, herwiha handana pêşxistina aborî li navçeyên taybet ên aborî.

Di wê pêşniyara çar xalî ya Odeya Bazirganî de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku di çarçoveya civîna Banka Cîhanî û Sindoqa Navdewletî ya Dirav de ku meha pêş tê sazkirin, îventa taybet bi hevahengiya Amerîka û Iraqê bi beşdarbûna berpirsên Iraqî tê sazkirin û Wezîrê Darayî yê Iraqê jî bow ê îventê hatiye vexwendin.

Ew karên hevbeş ên Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê pêşniyar kirine, ji hevkariya rasterast a Amerîkayê pêk tên bo reformên di sîstema bankî ya Iraqê de bankên ehlî û hikûmî jî ligel, herwiha daxwaza hûrbîniya navdewletî bo sîstema banka hikûmî ya Iraqê dike.

Di yekê ji wan pêşniyaran de, Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê dibêjin, divê Amerîka hevkariya pêşxistina çavkaniyên gaza xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bike, daku welat di warê berhemê gaze de li ser piyê xwe raweste.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin