Hollanda dixwaze Mûrat Kizilayê çûna leşkeriyê red kiriye radestî Tirkiyeyê bike

Hollanda dixwaze Mûrat Kizilayê çûna leşkeriyê red kiriye radestî Tirkiyeyê bike

.

A+A-

Mûrat Kizilayê ku çûna leşkeriyê red kiriye gotiye, Hollanda dixwaze wî radestî Tirkiyeyê bike.

Mûrat Kizilayê ku li Tirkiyeyê nexwestiye leşkeriyê bike û di sala 2019an de xwe spartiye Hollondayê, li kampa penaberan hatiye desteserkirin.

Kizilayî gotiye ku dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin û heta bilêta wî ya balafirê jî kirîne. Kizilayî destnîşan kiriye ku dibe wî demek berê bi şûn de bişînin.

“Ez hînbûn û bikaranîna çekan qebûl nakim”

Mûrat Kizilay bi Rojda Ogûza Gazete Duvarê re axiviye û wiha gotiye:

“Min weke kesekî ku çûna leşkeriyê red kiriye ji bo penaberiyê serî li Hollandayê da. Dadgehê min weke kesekî ku reda wicdanî ya polîtîk ragihandiye qebûl nekir. Ji min re gotin ‘biçe leşkeriye bibedel bike’.

“Ji sala 2019an û heta niha gelek caran min desteser kirin lê vê carê heta bilêta min a balafirê jî amade kirine.

“Min mafê xwe yê herî bingehîn bikar anî. Ez ê nekevim bin fermana ti artêşan. Ez qebûl nakim bibim diranek ji vê çerxê, kamûflajê li xwe bikim, fermanê ji hiyerarşiyê bistînim, bikaranîna çekan hîn bibim û wan bikar bînim.

“Rûmeta mirovahiyê di ser al û artêşan de ye. Li şûna ku ez ê di nava vê mekanîzmaya paşverû û nexweş a xwe weke nîjada raser dibîne û ji bo vî tiştî mirin û kuştinê asayî dibîne de, cih bigirim ez ê dest ji hemû mafên xwe yên sivîl berdim, baştir e.

“Ez ê di nava ti sazî yan jî mekanîzmayên milîtarîst, netewperest yên azadî, wekhevî û aştiyê tine dihesibînin de cih negirim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin