Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji % 23 dahata petrola Kerkûkê diçe bi ku de?

A+A-

Li ser vê pirsê pir tişt hatin nivîs, belge derketin holê. Di nav van nivîsan de çen nav derbas dibûn. Ev navên ku bi petrola Kerkûk re dihatin bahskirin; di eslê xwe de, van navan jî her tim ji bona ku Kerkûk bi Kurdistan ve neyê girêdan, li dek û dolaban jî digerîyan. Yek ji van walîyê Kerkûk Necmeddîn Kerîm bû ku ji lîsta YNK bibû walîyê Kerkûk. Necmeddîn Kerim, her di hewldanên xwe de otonomîya Kerkûk parastîye û li Dijî Kurdistanîya Kerkûk derketîye û bûye asteng ku Kerkûk bi ser Kurdistan ve bêt girêdan.

Di çapemenîya van rojan de em bêhtir hîn dibin bê têkilîyên Necmeddîn Kerim bi „otonomîtîya Kerkûk" ve çiye û li ser çi berjewendîyan têt parastin?

 „Ji % 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hejmara hesaba kesî ya parêzgerê Kerkûkê."(!)

Ev gotin yên Behroz Cafer yên di tora xwe ya civakî –facebookê de li ser Kerkûkê de belav kiriye de ne. Behroz Cafer dema behsa Petrola Kerkûk û dorlêgirtina berjewendîyên xerab dike, metirsîyekê jî tîne ziman û dibêje; "Metirsiya YNKê li ser Kerkûkê 10 sale berdewame, bajêr ji aliyê hin komên mafyayî yên cûda cûda tê birêve birin û zelal dike ku:

 ''Hin kes hene ne YNK ne, lê bi qaçaxçîtî û erd dagirkirin û makîneyên cilşor û tanker kirînê ve bûne YNK. Her yek ji wan jî fewcên xwe yên taybet hene, naha hêlînekî mezin û nû li malbenbên genî xwar û pîsîxwarinê ava kirine. Navê wê jî binkeya polîtburoyê ye, ew her tişte, lê ne tenê polîtburoya YNKê ye û ne siyasî ye jî.''

Di vê derheqê de hîn YNK ti bersîv an jî daxuyanî nedan e. Berî bi demekê komek ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistan li Bexda bi rayedarên devleta İraq re li ser dahata petrola Kerkûk, dan û stendin û lihevhatin pêk hatin. Piştî vê daxuyanîyê behsa Hêro Îbrahîm Ehmed û şandina nameyek ji hikûmeta İraq re jî hat kirin. Paşî çapemenîya YNK ev name eşkere kir. Di vê nameyê de Hêro Îbrahîm Ehmet ji hikûmeta İraq daxwaz dikir ku „petrola Kerkûk bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistan neyê firotin"(!) Pir kes li ser vê nameyê nesekinîn. Lê di eslê xwe de pirsgirêk, alozî, qeyran û metirsîyên li pêşîya çûna referandûmê û gava serxwebûnê jî ev pirsgirêk bi xwe ne. Berjewendîyên kesan grûbên berjewendîkar, ji bona parastina berjewendîyên xwe, ji serxwebûna Kurdistan re astengan derdixin. Pişta xwe didin hinek hêzên siyasî û van karên biqirêj dimeşînin. Behroz Cefer di nivîsa xwe a ku me li jor behskir de dibêje:

''Xeletiya rêveberiya kurd ew bû, bê bername, bi tîmekî çavbirçî ku zilamên ewlehiyê ne û ne jî siyasî ne, ne rêveberin, ne bêjerin, hatin Kerkûkê û navçe dagirkirin. Ji ber wê jî naha nifûsa kurd ber bi sedî 25-23 diçe li bajêr! Berî pênc salan berpirsê malbend û polîtburoya YNKê li Kerkûkê Rifat Ebdula, ji rojnameya Hewlatî re ragehandibû ku ew partîcîtiyê dikin ne kurdayetiyê li Kerkûkê.''

Li ser berjewendîyên şexsî, partîzanî min pir tiş nivîsî û tê de bal kişand ser helwesta siyasetek neteweperwerî û niştimanperwerî. Pirsgirêka „particîtîyê û ne kurdayetîyê" jî ev bi xwe ye. Di pir welatan de di demên avakirina devletê de, grûbên bi van haweyan li derdorên tevgerên siyasî pir dibin û dizî, talan û alozîyan geş dikin. Li henber neteweperweran û niştimanperweran astengan derdixin û pîlanên xwe bi rê dikin. Heta ji wan tên dixwazin wan qadroyên siyasî û berpirsîyar tenê bihêlin û destên wank in bikin. Ev metirsî û alozî, di vê dema pirqeyranan de li pêşîya Welatparêz û Kurdperwerên herêma Kurdistan bi xwe ne jî.

Petrola Kerkûk di minaqeşê de ye: Lê didin xuya kirin ku ev kesên ku sîstema xwe li Kerkûk ava kirine, eşkere berjewendîyên xwe diparêzin û ji berjewendîyên Kurd û Kurdistan re astengin. Behroz Cafer di nivîsa xwe de eşkere dike ku:

 ''Parêzgerê bajêr sedî 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hesaba wî ya şexsî, dehan kes jî li dora xwe komkiriye û milyonerin, hemû tevgerekî rewşenbîrî û rojnamevanî li Kerkûkê hatiye kuştin. Awahiya malbenda rewşenbîrî çar sale temam nebûye û nahêlin temam bibe, lê parêzger li helbijartinan de bo xwe bangeşe tê de dike. sendîkaya rojnamenivîsan ji ber nebûna awahiyekê hate daxistin. Tu misogerî û garantiya azadî gotin kirinê tuneye, tu kesek gotinekî cidî li bajêr nake.''(!)

Divê YNK bersîva van gotinan bide. Ji ber ku bi her haweyî bajar di destê YNK deye. Pir hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan, li hevlêr şirîkên hikûmetê ne, lê di herêmên xwe de ew bi tena sere xwe serdestin. Ne dihêlin devletek navendî derkeve hole û hertiş têkeve bin bandora dewletê, ne jî dev ji muhalefeta xwe a serokatîya Hikûmeta Herêmê berdidin. Siyaseta ku dimeşînin ne navendîye, herêmîye û pir teng e. Di eslê xwe de pirsgirêkek jê jî  di virde ye.

Li herêmên xwe dizin û li hevlêr jî şirîkên hikûmetê ne, lê nahêlin hikûmet jî  kar bike. Herî pir behsa "dewletek yasayî" dikin, lê di eslê xwe de dijminê yasa û qanûna ne. Ji ber ku ev grûbên berjewendîkar ji demên wusa wîrektîyê digirin û bingehê ji alozîyan re çêdikin ku şertên dizî û talankirinê derkeve mazatê, ew kesên berpirsiyar jî rola xwe nalîzin.

Ez bawerim ku di nav siyasetmedarên Herêma Kurdistan de pir kesayetîyên hêja, xwedî berpirs û payebilind hene. Ev şexsîyet, dive roj berî rojê dest deynin ser van babetan û zû bi zû pêşîya wan bigirin. Gavên avakirina dewletek navendî amade bikin û her tiştî teslîmî saziyên dewletê bikin ku rê li henber dizî û talanan bên birîn.

Em di demek pir hesas re derbas dibin û ew axa azad, ew axa pîroz hêvîya bi milîyonan, xewna bi milîyonan kurdan bi xwe ye. Xwîna bi milîyonan sêwî û cangorîyên Kurdistan di wir de ye. Mafê ti kesî tuneye ku van hêjayîyan bikin qurban ji keftar, gur û wawîkan re!

18.09.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin