Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îtifaqa Pênc Partiyên Kurdistanî û HDP

A+A-

Her çiqasî hê protokola îtifaqê nehatiba îmzekirin jî, bi ya nûçeyan di navbera Partiya Gelan a Komarê (CHP), Partiya İyi, Partiya Saadatê (SP) û Partiya Demokrat (DP) da, bi mebesta beşdarbûna hilbijartina 24ê Pûşperê îtifaqek pêk hatiye.

Berê jî di navbera Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgeha Neteweperest (MHP) da bi navê “Îtifaqa Cumhur” îtifakek pêk hatibû.

Ger îtifaqa ku CHPê pêşengiya wê dike bêt damezrandin, du îtifaq û hinek partiyên din ku di nava îtifaqakan da cih nagirin, an cih nedanê beşdarî hilbijartina pêşwext, ango hilbijartina 24ê Pûşperê dibin.

Bi giştî yazdeh partî beşdarî hilbijartina navbihurî dibin, du ji vana Partiya Demokrasiyê ya Gel (HDP) û Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) in.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê him bi AKPê re û serokê Giştî yê wê R. Tayyip Erdogan û him jî bi Serokê Giştî yê SPê Temel Karamollaoglu re hevdîtin kir, her çiqasî bi peyamên şablonî mebesta van serdanan hatibin ragihandin jî, hê jî em armanc û navaroka hevdîtinan nizanin; gelo HUDA-PAR dixwaze di nava “îtifaqa cumhur” de cih bigire, an di lîsteyên berbijarên parlementeran da cih dixwaze hê jî ne eşkere ye.

Lê belê, di ragihandina ewil a Lijneya Bilinda Hilbijartinê (YSK) de, da ku navê partiyên dê karibin di hilbijartinan de beşdar bibin hatibûn eşkerekirin, navê HUDA-PARê tune bû, encax li ser îtiraza wê YSKê careke din lîsteyek ragihand vê carê navê HUDA-PARê hebû, balkêş e ev ragihandina YSKê piştî serdana Serokê Giştî yê HUDAPARê ya bo R. Tayyip Erdogan hat.

Niha, wekî di destpêkê de me got, du îtifaq û pênc partî bi serê xwe beşdarî hilbijartinê dibin, mixabin ji ber ku pêwîstiyên zagonî nekaribûn bicih bînin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kudistanê-Tirkiyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) nikarin beşdarî hilbijartinan bibin.*

Niha di navbera PAK, PSK, PDK-T, Tevgera Azadî û PDKê de bi amanca yekgirtina di hilbijartina 24ê Pûşperê de, bi navê “Îtifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê” îtifaqek û deklerasyonek hatiye îmzakirin û deklerasyon, di civîneke rojnamevanî de li rayagiştî hat ragihandin.

Ez bawer im dê bala rayagiştî jî kişandibe, di nava “Îtifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê” da HAK-PAR û ÖSP cih negirtine, gelo çima?

Mafê rayagiştî ya Kurd heye ku rastiya vê bizanibe.

Di deklerasyonê de rêgezên hevpar hene, bi qasî hat ragihandin ew dixwazin di çarçoweya van rêgezan da peywendiyan damezirînin.

Bi giştî xalên deklerasyonê di cih de ne, pêdivî nake mirov yek bi yêk li ser bisekine, encax kêmahiyekê bala min kişand, ev jî gelo çima xalek ne li ser dagiriya Efrînê ye, divêbûya van partiyan di deklerasyona xwe de ji Efrînê daxwaza bipaşvekişandina ji Tirkiyê bikirana, daxwazeke wiha wekî xal di protokol de cih bigirta.

Bi baweriya min divê rewşa Efrînê di deklerasyonê da cih bigirta û daxwaz bihata kirin, ku di zutirîn dem de Tirkiyê ji Efrînê bipaşve vekişe û wêrankariyê qerebû bike, ev daxwazeke rewa ye û divê partiyên Bakurê Kurdistanê li rayagiştî eşkere bikin.

Hêvî û daxwaz dikim, ku îtifaqa pênc partî û hêzan di Bakurê Kurdistanê de bibe destpêka pêywendiyên biratî û yekrêzîyeke siyasî, di encamê de bona hilbijartina 24ê Pûşperê îtifaqek pêk bê û bona demokrasİya Tirkİyê û mafên neteweyî û demokratîk ên gele Bakurê Kurdistanê ked û hewl bide.

Daxuyaniya Serokê Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Öztürk jî, li Bakurê Kurdistanê hêviya pêkhatina hevkariyeke Kurdistanî bihêz dike, da ku ew banga hevkariyeke siyasî dike.

Ez partiyên ku di nava îtifaqê da cih digrin pîroz dikim û piştevaniya xwe radigihînim, lê divê HDP di nava îtifaqê de cih bigire û ew watedar, firehtir û bihêztir bibe.

Dîtineke hevpar a ku dengên kurdan di hilbijartina 24ê Pûşperê de dê li ser hemahengiya siyasî ya Tirkiyê diyarker be, ev baweriya min e jî û bi salan e ez balê dikşînim ser vê rastiyê.

Bi baweriya min dervahiştina HDPê ji herdû îtifaqan, ger hêzên siyasî yên Bakurê Kurdistanê karibin, bi du hêlan ve derfeta divetiya rûdanên baş bi xwe re tîne.

Yek ji vana, taybetî rayagiştiya kurd dê hê eşkere fêla Enqerê bibîne, bi salan e ku siyaseta Enqerê dijberiya kurdan dike, bi gotin "Kurd bra ne" lê di rastiyê de li dijî mafên demokratîk û neteweyî ne û bi ti awayî naxwazin kurd bibin hêzeke siyasî.

Du, rê li ber îtifaqa partiyên Bakurê Kurdistanê vedibe û wekî bi salan e û îro jî dibêjim, ger partiyên Bakurê Kurdistanê û HDPê di nava îtifaqekê da cih bigirin, dengên kurdan dê li ser hemahengiya siyasî diyarker be û piştî tûra yekem em ê vê rastiyê bi hev re bibinin. 

Ev derfet heye, îro her kes dizane ku kurd bixwe di nava îtifaqêke de bin û dengê xwe bidin kîjan hêlê ev dê bi ser bikeve.

Bêguman, divê siyaseta Bakurê Kurdistanê vê derfetê baş bi kar bîne, ev peywireke dîrokî ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin