Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

(Li Kenyayê Bizava Mau Mau

A+A-


Pêşveçûnên li Kurdistanê, haydarîyên girîng dida me ku em bi Kenyayê ra muqayese bikin. Ez dê wê biceribînim.  Berîya Kenyayê, fêde heye ku em bi kurtayî li pêvajoya kolonîkirina Afrikayê binêrin. 
Afrika, bi sedsala 16.an virve kolonîkirina wê despêkir.  Ewil Hollandîyan, paşê Spanyolîyan, Portekiziyan, paşê Ingilizan, Fransizan, Belçikayîyan, dawîyê jî di çarika dawîya sedsala 19.emîn da Almanan, Îtalyanan jibo Afrikayê kolonîyan rêkirin û derên ku xistin bin kontrola xwe, wan deran kirin kolonî. 
Di 1885an da rewşa fîîlî / emelî bû resmî. Britanya Mezin, Fransa, Spanya, Portekiz, Almanya, Îtalya, Belçika, li gora peymanek ku di navbera xwe da çêkirin, Afrikayê û kolonîyên Afrikayê parve kirin. Ji vê peymanê ra Peymana Berlinê tê gotin.  
Helbet sînor gelek girîng in. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, di 1960an da, li ser van sînoran kolonîyan serxwebûna xwe bi dest xistin. Yek guhartinek di van sînoran da, di 1990an da di encama Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî ya Eritreyê, Eritre ji Habeşistanê veqetîya. Di encama referanduma 2011an da Başurê Sudanê ji Sudanê veqetîya. Di 1960an da Kongo (Zaire) ji Belçikayê veqetîya û bû serbixwe û paşê şerê hundûrî despêkir, Kongo, Kongo Kinşasa, Kongo Leopoildville bû du perçe… Di hemî kolonîyên dî yên li Afrikayê da ne, sînor wekî ku di 1885an da çêbûbûn, wek xwe man. 
Şolên sînoran, divê babetek bîne bîra kurdan. Kurdistan, kolonî jî nîne. Ji ber ku navê kurd, navê Kurdistanê nayê naskirin. Lê di kolonîyên klasik da welat hene ku sînorên wan berê hatine çêkirin. Di sewîyeya nizim da be jî kolonî, statuyek e. Numûne, tê gotin ku Kenya, kolonîya ingiliz e. Kurdistan, hatîye parvekirin, hatîye perçekirin, rastîya welat û gel, nehatîye qebûlkirin. Bêstatu ye. Her perçe, erdê wê dewletê hatîye qebûlkirin ku wê perçeyê xistîye nav sînorên xwe. 
Li Afrikayê, tenê çar welat bi rîya şerê çekdarî serxwebûna xwe bi dest xistin. Têkoşîna Rizgarîya Neteweyîya Cezayîrê 1954-1961, kolonîyên Portekizê, têkoşînên Rizgarîya Neteweyîya Mozambik, Angola û Gine Bissau 1973-1975… Kolonîyên dî yên Afrikayê, di encamên hevdîtinên destûran (qanûnaesasî)da serxwebûnê bi dest xistine. Rewşa Eritreyê û Sudanê, me li jor dabu xuyakirin. 
Li Kenyayê jî hevdîtinên destûrî çêbûn. Lê di van hevdîtinan da tiştên tundutujî / şidetê qewimîn. Xwepêşandanên xelkê, yên mezin çêbûn ku bi dengên Mau Mau diqêrîyan, lê ingilizan bi metodên şidetê xwestin wan protestoyan rawestînin. Xelkê herêmê jî bi protestoyan acizîyên xwe nîşan dan. Ev, bi awayek şola erdan bû, çiftikên sipîyan bû. Rêberê Bizava Rizgarîya Neteweyîya Kenyayê, Jumo Kenyatta(1891-1978) di vî derbarî da weha dibêje:”Sipî hatin welatê me. Di destên wan da Încil hebû, erdên me bûn, van erdan me diçênandin. Wan bi me duakirinê hîn kirin û gotin çavên xwe bigirin û dua bikin. Me çavên xwe girt û dua kirin…Ev gelek dirêj ajot. Dema me çavên xwe vekirin, me dît ku Încila wan di destên me da ye, erdên me jî di destên sipîyan (ingilizan) da ne….. ” 
Îngilistan, li Kenyayê Çiftlixên gelek mezin avakirine û kirine malên xwe. Li van çiftlixan gelê herêmî wek karker û kole xebitîne. Rewşenbîrên li Kenyayê di 1950yan da wê rewşê fam kirine û hatine wê zanînê û jibo bi destxistina wan erdan têkoşîneke piralî li darxistine. Kenyayîyan ji xwe ra kirine hedef ku wan erdan bi destxin û ingilizan ji welatê xwe biqewirînin. Loma kîtleyên xelkê pêxwas û bi dengê qêrîna Mau Mau li dijî ingilizan protestoyên pir mezin pêkanîne. Di zimanê Kiyuki da Mau Mau, di maneya derkeve, derkeve hatîye xebitandin ku ew gotin ji gotinên uma  uma hatîye çêkirin ku di lîstikên zarûkan da guherîye bûye Mau Mau, Bi wan sloganan xelkê ji ingilizan ra gotine, ji Kenyayê derkevin herin, ji çiftlixan derkevin herin. (Binêrin, Bk. Baskın Oran, Az Gelişmiş Ülke Milliyetçiliği, Kara Afrika Modeli, Bilgi Yayınevi,  3. Bs. Ankara, Ocak 1997 s.149-153) 
Li Turkîyê di salên 1950yan da jibo Mau Mau, dihatin gotin ku ew yamyam in. Yanî yamyam, di sîtilên avên kelandî da mirovan dipejirînin û dixwin… Herhal jibo têkoşîna rizgarîya neteweî biçûk bixin, tevlîhevî bikin, digotin. 
Di Rêvebirîya Herêma Kurdistanê da jî hin kurd xwepêşandan çêdikirin. Lê wan jibo ´maaş maş´ xwepêşandan dikirin. Balkêş e ku serxwebûna neteweyeke girêdayî / an jî bindest ne difikirîyan, ji xwe ra wê nedikirin derd û di protestoyan da maaş maaş digotin. Helbet jibo domandina jîyanê xwarina nan girîng e. Lê eger ew wê bixin pîlana yekemîn û qet serxxwebûna welat, neteweyî qet nekin derd, statuyê nefikirin, ew pêvajoya sedsalê qet fam nakin. Ev jî heye. Şerê li dijî ÎŞÎDê berdewam e, pêdivîyên pêşmerge, pêdivîyên şerkirinê, jimareya goçberên ku nêzîkê du milyonî bûye. Şer bûye sedem ku bi sedhezaran kes cîyên xwe-welatên xwe diterikînin. Piranîya wan revîyane Kurdistanê… Di alîyê dî da bûhayê petrolê daketîye xwarê, heyîya /an hatina petrolê kêm bûye.
Ne rewşek e ku mirov qet nehesibîne bibe endamê Malbata Neteweyîya Cîhanê. Lê kurd, ne endamê malbata neteweyîya cîhanê ye. Nufûsa kurdan ku ji 50 milyonî zêdetir e, lê di Rojhilatanavîn da, di Rojhilatanêzîk da teda û heqaret lê tê kirin, biçûk tê xistin. Rêvebirina Herêma Kurdistanê jî statuyek e lê dema behsa malbata neteweyîya cîhanê were kirin, ev ne bes e. 
Li vir pêwist e li ser vê babetê jî  were rawestandin. Dema perçekirin û parvekirina welatek, neteweyek were rojevê, ez wek kesekî weha difikirîyam: Her hal li vê derê bizava neteweyî bi leztir geş bibe. Lê weha nebûye. Li nik parvekirina erdnîgarîyê (coxrafyayê), perçekirina partîyên sîyasî û rêxistinan jî ketine rojevê. Dewletên ku teda li kurdên xwe dikin, bi awaye giştî jibo paştxistina kurdan, bi hin rêxistinên kurd ên li neqebên dî ra zêdetir têkilî datînin, rîyek hildibijêrin ku şolên nav rêxistinan kûrtir bibin, firehtir bibin. Em dibînin ku ev politika zêdetir bi tesîr û bi bandor dibe. Ev dibe asteng ku doza neteweyî bi sernekeve yan jî serfirazîyê bi paşda dixe. Bi qeneeta min beşeke girîng ên rêxistinan di zanîna perçekirin û parvekirinê da nînin. Ji ber ku weha ye ew nikarin li pêşîya wan dewletan rawestin ku ew kurdan, Kurdistanê perçe kirine, parvekirine û anti-kurd in. 
Li jor me da xuyakirin ku kolonîyên Portekizê, di Gine Bissau, Angola û Mozambikê da şerê çekdarî yê 2-3 salan da serfiraz bûye. Di Bakur da ji 1984an virve, 30 salî zêdetir e ku têkoşîna gerîlla heye. Divê em fam bikin û tê bigihîjin ku çima heta nûha ev têkoşîn bi serneketîye, çima hew qas dirêj ajotîye. Wekî dî pêvajoya têkoşîna perçeyên dî yên Kurdistanê jî heye. Mirov dikare bêje ku ev têkoşîn 200 sal e didome. Divê neyê jibîrkirin ku di vê pêajoyê da bûyerên komkujîyê jî qewimîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar