Îro çaremîn salvegera destan û mêrxasiya Sihêla ye

Îro çaremîn salvegera destan û mêrxasiya Sihêla ye

.

A+A-

 4 sal bi ser destan û mêrxasiya hêzên Pêşmerge li devera Sihêla ya Neynewa re derbas dibe.

Îro 26 Cotmehê ye û 4 sal bi ser destan û mêrxasiya devera Sihêla re derbas dibe, ji ber ku roja 26 Cotmeha sala 2017 hêzên Pêşmerge bi mêrxasî û qehremaniyek mezin karîn wan êriş û komployên ku piştî xiyaneta 16 Cotmeha heman salê pêsîra Kurdistanê girtibûn, bişkênin û pûç bikin.

4 sal berê û di rojek wek îro de, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişên milîsên Iraqî û hêzên din yên Iraqê dan ku bi piştevaniya efser û pisporên şer yên welatekî herêmî dixwastin statûya Herêma Kurdistanê nehêlin û Kurdistanê dagîr bikin.

Di destana Sihêla de bi dehan otomobîl û zirêpoş û tank û amûrên serbazî yên dijmin hatin teqandin û şikandin, gelek çekdar û milîs jî hatin kuştin û derbên giran li dijmin ketin, ji ber wê jî neçar man paşde vekişin.

Di wî şerî de çend pêşmerge û fermandeyên serbazî şehîd û birîndar bûn.

Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya “Bo Dîrokê” de dibêje, dijmin dixwast sînorê Pêşabîr û wê deverê ji destê Pêşmerge derxîne lê bi berxwedana tund ya Pêşmerge ew pilan hat pûçkirin.

Serok Barzanî di rûpela 17 ya pirtûkê de dibêje, roja 26 Cotmeha 2017 li eniya Mehmûdiye û Sihêla hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bi alîkariya hêzên Îranî û Hizbullaha Lubnanê bi fermandehiya efserekî Îranî bi navê Seyîd Muxtar (di wî şerî de birîndar bibû) bi armanca girtina Pêşabîr êrişê çeperên Pêşmerge kirin lê rastî şikestinek mezin hatin.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kiriye ku şerê Sihêla yek ji mezintirîn mêrxasiyên dîroka nû ya gelê Kurdistanê ye, ji ber ku piştî wê hevkêşe hatin guhertin û danûstandin dest pê kir.

Serok Barzanî di beşeka din ya pirtûkê de dibêje, Ebadî (serokwezîrê wê demê yê Iraqê) pozbilind û qurre bibû û nedixwast danûstandinên siyasî bike ji ber wê jî daxwaz kiribû tîmeka serbazî bi aliyê Kurdistanî re hevdîtin bike, loma di dora yekem ya danûstandinan de nûnerên hêzên Iraqî, nûnerê pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê amade bûn. Di danûstandinan de Iraqî bi ferman û gotinên fermandeyên Îranî û Hizbullahê hereket dikirin, ev jî heqaretek gelekî mezin bû ku Ebadî li serweriya Iraqê dike. Ji ber ku kesên biyanî biryar li ser xetên temasê didan, loma şanda Herêma Kurdistanê biryar dan danûstandin nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin