Foruma MERI li Hewlêrê destpê kir

Foruma MERI li Hewlêrê destpê kir

.

A+A-

Li bin navnîşana "Iraqeke Seqamgîr Jibo Herêmeke Seqamgîr" îro Sêşemî 26ê Cotmehê li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Iraqê, hejmarek balyozên welatan li Iraqê û konsulxaneyên li Herêma Kurdistanê û herwiha kesayetiyên siyasî yên partiyan, Foruma MERI bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê destpê kir, ku dê du rojan dom bike û heşt teweran li xwe digire.

Forum anku Dîdara MERI ya vê carê çend heftiyan piştî birêveçûna hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê tê lidarxistin, herwiha birêveçûna wê dîdarê di demekê de ye ku encamên destpêkê yên fermi yên hilbijartinan hatine ragihandin û tê çaverêkiirin, di rojên bê de danûstanin bo pêkanîna hikûemta nû ya Iraqê destpê bikin.

Gotûbûja yekem a roja yekem a Dîdara MERI di bin navîşana "Guherîna dîmena siyasî yê Iraqê, Astengên li pêşiya pêkanîna hikûmetê û avakirina Iraqek bo me hemûyan", tê kirin û Emîr Kînanî serkirdeyê Tevgera Sedir û şêwirmendê yasayî yê Serokkomarê Iraqê, Ceifer Êminkî endamê Polîtboruya PDKê, Esed Îdanî parêzgarê Besrayê, Muzahim Elxeyat, endamê hilbijartî yê parlamentoyê yê Hevpeymaniya Teqedum, Xalîd Şuwanî, Wezîrê Herêma Kurdistanê bo danûstandin li gel hikûemta federal û endamê serkirdatiya YNKê di gotûbêja yekem de dê biaxivin û rojnamevan Hîwa Osman moderatoriya wê dike.

Panela duyem, di jêr navnîşana Piştevaniya cîhanî bo seqamgîrî û avakirina dewletê li Iraq; Astengî û derfet, piştî nîvro birêve diçe û ew kes têde beşdar dibin:

Matthew H. Tueller, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê

Martin Jaeger, Balyozê Almanyayê yê li Iraqê

Ulric Shannon, Balyozê Kanadayê yê li Iraqê

Serheng Heme Seîd, Lêkolînvan ji Peymangeha Aştiyê ya Amerîkayê

Ferhad Elaedîn, Serokê Encûmena Şêwirmendên Iraqê moderatoriyê dike.

Herwiha di panela sêyem de ku bi navnîşana Iraq û Herêma Kurdistanê di nav navçeyeke aloz de birêve diçe, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdar dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin