IRAQ/ Ebadî hemû hêzan xist rewşa amadebaşiyê!

IRAQ/ Ebadî hemû hêzan xist rewşa amadebaşiyê!

Serokwezîrê Iraqê hêzên welat hemû xist rewşa amadebaşiyê bo li hember xwepêşanderan bikevin tevgerê.

A+A-

Îro xwepêşanderên başûrê Iraqê li parêzgehên Necef, Babil, Mîsan, Nasiriye û Besrayê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û êrîş li ser binkeyên çend partî û aliyekê hatin kirin.

Li gor zanyariyên bidest ketin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdarê Iraqê ye, ferman da ku hemû hêz di rewşa amadebaşiyê de bin û li hember xwepêşandanan rawestin.  

Li gor zanyariyên hatin belav kirin, xwepêşanderan deriye Sefwanî yê sînorê di navbera Iraq û Kuwêtê daxistiye û gelek rêyên serekî yên parêzgehên başûr jî hatine daxistin.

Çend rojeke hemwelatiyên çend parêzgeheke Iraqê ji ber nebûna xizmetên serekî yên av û elektrîkê xwepêşandanê dikin û çend xwepêşanderek bi guleyên hêz û milîsên Iraqê ve hatin kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin