
Reuters: Xwepêşander çûne nav baregeha Kerbelayê
Ajansa Reutersê ragehand ku, xwepêşanderan karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbela, pasewanên Esaib Ehlulheq li Kerbela gule berdana wan.
A+A-
Li gor zanyariyên Reutersê pasewanên Esaib Ehlulheq bi serokatiya Qeys El-Xezelî teqe li xwepêşanderan kirin, di encam de kuştî û birîndar di nav xwepêşanderan de ketin.
Da zanîn ku, piştî demekê ji rêgirtin û asteng kirinê xwepêşanderan karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbela.
Doh xwepêşanderên başûrê Iraqê li parêzgehên Necef, Babil, Mîsan, Nasiriye û Besrayê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û êrîş li ser binkeyên çend partî û aliyekê hatin kirin.
Serokwezîrê Iraqê hêzên welat hemû xist rewşa amadebaşiyê bo li hember xwepêşanderan bikevin tevgerê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin